Di şerê li Sûriyê de ciwanekî din yê Başûr hat kuştin
Di şerê li Sûriyê de ciwanekî din yê Başûr hat kuştin
Di şerê li Sûriyê de ciwanekî din yê Başûr hat kuştin
Qeymiqamê qezaya Kifrîya girêdayî bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Kurdistanê ragihand ku agehdariya wan ji wê yekê çêbûye ciwanekî ji Kiflî li Sûriyê hatiye kuştin.
Qeymiqamê qezaya Kifrî Şêrko Hûsên ji malpera Xendan re ragihand: "Îro nûçeya wê yekê gihiştiye destê wan ku ciwanekî ji Kifrîyê bi navê Zana Rizgarî li Sûriyê hatiye kuştin. "Ew ciwan girêdayî rêxistina Îslamîya li Iraq û Şamê bû.
'TAZÎ JÊRE NAYÊ DAYÎN'
Hûsên da zanîn ku duh ew ciwan hatiye kuştin û wiha got: "Li gor biryarekê ciwanê ku biçe nava grûbên Îslamîyên li Sûriyê û were kuştin, tazî jêre nayê dayîn." Qeymiqamê Kifrî bilêv kir ew yekemîn ciwanê sînorê Germiyane li Sûriyê tê kuştin û wiha got: "Heta niha behsa wê yekê nehatiye kirin ku ciwanên ji vê navçeyê ji bo cîhadê çûne Sûriyê. Lê di destê me de zanyarî hene ku ji navçeya Duzxurmatû 12 ciwan çûne Sûriyê û beşdarî nava rêzên grûbên îslamî bûne."
Roja 29'ê meha borî jî ciwanekî din ê ji Herêma Federal a Kurdistanêyê bi navê Keywan Mihemed (Mele Keywan) li Sûriyê hatibû kuştin.
Berîniha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniyên xwe de ragihandibû çend ciwanên ji Herêma Federal a Kurdistanê binçavkirine û dîmenên wan di çapemeniyê de belavkiribûn. Hêjî bi dehan ciwanên kurd li Sûriye û Rojava bi navê cîhadê şerdikin û heta niha gelek ji wan hatine kuştin. Lê nayê zanîn ku heta niha çend kes hatine kuştin û cenazeyê wan li ku derê tê veşartin.