Di serdegirtinên DÎTÎB'ê yên li Elmanyayê de ti kes nehat binçavkirin

Li Elmanyayê li dijî navenda karê sixûrtiyê DÎTÎB ku li dijî mûxalifên AKP'ê karê sîxûrtiyê dikin, ketibû rojevê û ji aliyê plîsên Elmanyayê ve operasyonek hate lidarxistin. Nebinçavkirina ti kesekê jî bal kişand.

Hate ragihandin ku îro bi fermana dozgeriya federal li eyaletên Rheînland-Pfalz û Nordrheîn-Westfalen operasyonên serdegirtinê hatin kirin. Di encama operasyonên li dijî meleyên ku girêdayî Yekîtiya Tikr a Karê Diyanetê (DİTİB) ne de ku karê sîxûrtiyê dikin hate lidarxistin, dest danîn ser hinek belgeyan.

Lê belê îdayên ku karê sixûrtiyê ewqas bi hêz bûn ku di opersyona li ser 4 melayan de tenê nebinçavkirina kesekê bal kişand.

Li gorî daxuyaniya dozgeriyê federal, kesên ku ketin ber lêpirsînê di serî de têkildarî Gulencîler û mûxalîfên AKP’ê dikin agahiyan komdikirn, ji bo sefaretxaneya Tirkiyê ya li Kolnê dikirin.

Di derbarê karê sixûrtiyê yên DÎTÎB'ê de agahiyên giring di meha Îlonê der deketîbûn holê. Serokê Karê Diyanetê di wî demî de bi fermanên ku rêdikir bi navbeykariya kesên li sefaretxaneyê belavî endamên mizgeftan dihat kirin, derketibû holê.