Yekîneyên Midûriyeta Polîsan li Stenbol, Enqere û Stenbolê li dijî rêxistina DHKP'ê operasyon pêk anî. Di serdegirtina malan de gelek parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) jî di nav de nêzî 50 kes binçav kirin. Hat zanîn ku, di derbarê Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli de jî biryara girtinê heye.
Yekîneyên TEM'ê yên girêdayî Midûriyeta Polîsan li Stenbolê Enqere û Îzmirê serê sibê li dijî DHKP'ê li gelek malan operasyon pêk anîn. Polîsan di serdegirtina malan de di nav de parêzerên endamên ÇHD'ê jî heye gelek kes binçavkirin. Polîsan di ser ÇHD û Buroya Hiqûqê ya Gel de jî girtin. Polîsan li Stenbolê di serdegirtina malan de 10 parêzer jî binçavkirin. Hat zanin ku di derbarê Serokê Giştî yê ÇHD'e Selçuk Kozagaçli jî biryara girtinê heye.
Polîsan di ser Navenda Çandê ya Îdîlê ku Grup Yorum lê xebatê dimeşîne de girtin û deriyê wê şikandin. Polîsan piştî bombeya gazê avêt hundirê navendê gelek kes binçavkirin. Polîsan bi ser Kovara Yuruyuş ya Mecidiyekoyê de jî girtin.
Li Enqere û Îzmirê jî polîsan di ser gelek navnîşanan de girtin. Di serdegirtinan de Serokê ÇHD'ê yê Stenbolê Taylan Tanay endamên komeleyê Guçlu Sevîmlî, Guray Dag, Ebru Tîmtîk, Barkin Tîmtik, Gunay Dag, Şukriye Erden, Naciye Demîr, Efkan Bolaç, Gulvin Aydin hatin binçavkirin. Ji ber ku Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli li derve welat bû nehat binçavkirin.
Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê dê sibê li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî bidin çapemeniyê.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Enqereyê jî li dijî endamên DHKP-C'ê operasyon pêk anî. Polîsan di ser mala Serokê Giştî yê ÇHD'ê ya li Enqereyê Selçuk Kozagaçli de girtin û lêgerîn pêk anîn. Lêgerîna mala endamê ÇHD'ê Prz. Ozgur Yılmaz jî didome.
LI ÎZMIRÊ 15 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Îzmirê jî di ser gelek malan de girtin û 15 kes hatin binçavkirin. Kesen hatin binçavkirin wiha ne: "Serap Tursun, Zeynep Yılmaz, Înan Sezer, Gokhan Çoban, Yusuf Dut, Çaglar Çevik, Mert Toka, Gulhan Sogoltici, Eylem Mahanda, Didem Tutenk.