Di serdegirtina Ozgur Gundemê de 23 kes hatin binçavkirin

Herî kêm 23 kesên ku ji ber serdegirtina li ser Rojnameya Ozgur Gundemê ji bo piştevaniyê hatibûn hatin binçavkirin.

Hate hînbûn ku herî kêm 23 kesên ku ji ber serdegirtina li ser Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi biryara 8. Hakimtiya Sûlh Ceza ya Stenbolê hate girtin, ji bo piştevaniyê hatibûn hatin binçavkirin.

Yên hatin binçavkirin, birin Şaxa Têkoşîna Bi Terorê Re ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

Navên kesên ku binçavkirina wan zelal bûne wiha ne;

Xebatkarên Ozgur Gundemê Gunay Aksoy, Kemal Bozkûrt, Reyhan Hacioglû, Onder Elaldi, Ender Ondeş, Sînan Balik, Davût Ûçar, Firat Yeşilçinar, İnan Kizilkaya, Zeki Erden, Elif Aydogmuş, Bilir Kaya, Ersin Çaksu, Sevdiye Ergurbuz, Amine Demirkiran, Bayram Balci û Burcu Ozkaya û nûçegîhanên DÎHA’yê Ozgur Paksoy û Mesut Kaynar, nûçegîhana ÎMC TV Gulfem Karataş û kameramanê İMC TV Gokhan Çetîn.

Ji Odeya Tabîban a Stenbolê Yilmaz Bozkurt û xebatkarê Weşanxaneya Dogû Huseyîn Gunduz ên piştî biryara girtinê bi armanca destkê hatibûn avahiya rojnameyê jî hatin binçavkirin.