Di şer û pevçûnên Bekaa de 16 endamên El Qaîde hatin kuştin
Di şer û pevçûnên Bekaa de 16 endamên El Qaîde hatin kuştin
Di şer û pevçûnên Bekaa de 16 endamên El Qaîde hatin kuştin
Li herêma Bekaa ya li rojhilatê Lubnanê Eniya El Nusra ya baskek ji El Qaîdeya Sûriyeyê ye erişî Hîzbullahê kir 16 windahî dan.
Şer û pevçûn li nêzî sînorê Sûriye, ji başûrê Baalbek heta bajarê sînor Ersal li herêmeke çiyayî rû da.
Li gor çavkaniyên nêzî tevgera Şîî Hîzbullah ji eniya El Nusra 16 windahî hene. Hîzbullahê diyar kir 2 windahiyên wan hene.
Hat ragihandin ku sedan endamên El Qaîde êrîşî nêzî 10 baregehên Hîzbullahê kirine.
Televîzyona El Manar a nêzî Hîzbullahê di dîmenên ku şeva Yekşemê weşandin diyar kir ku endamên Hîzbullahê êrîşkar paşde xistine û şer û pevçûn bi dawî bûne.