Dewleta Tirk, ji bo derbasî sîstema girtîgehên bi tîpa F bibe, roja 19'ê Kanûna 2000'î li 20 girtîgehan di heman demê de bi hezaran leşker û polîsî operasyon kir. Di operasyonê de 28 girtî kuşt, bi dehan jî birîndar kir. Di dema komkujiyê de 2 leşker jî ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin.
Dewleta Tirk, ji ber berxwedana rojiya mirinê ya 1996'an ku 12 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, nekarî sîstema girtîgehê ya xwe dispêre 'tecrîdê' bixe meriyetê. Tecrîd vê carê di sala 2000'î de bi 'girtîgehên tîpa F' xiste rojevê.
Hikumeta koalîsyonê ya wê demê DSP-ANAP-MHP, di destpêka Çileya 2000'î de ragihand ku kêm maye 7 girtîgehên tîpa F biqedin. Ji ber vê komkujiyê girtiyan û rêxistinên mafên mirovan nerazîbûn nîşan dan. Malbatên girtiyan li ber Lîseya Galatasarayê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Tevî êrîşa polîsan jî ev çalakî heta 19'ê Kanûnê dewam kir. Polîsên Tirk her roj şîdet li malbatan kirin.
Armanca bingehîn ji sîstema girtîgeha bi tîpa F a xwe dispêre tecrîdê ew bû, ku girtiyên siyasî ji nasnameya wan a polîtîk vegirin û îradeya wan teslîm bigirin. Ji ber vê yekê, girtiyan sîstema girtîgeha bi tîpa F qebûl nedikirin. Hikumeta ku îtiraz ji nebihîstî dihat, Wezîrê Edaletê yê wê demê Samî Turk roja 8'ê Gulanê komek ji rojnamevanan bir Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê. Piştî rojekê, medya hikumetê nivîsand ku girtîgehên bi tîpa F mîna otela ji 5 stêrkan rehet e.
Hikumetê her gavê eşkere dikir ku wê derbasî sîstema girtîgeha bi tîpa F bibin û medya hikumetê jî raya giştî ji vê yekê re amade dikir.
20'Ê COTMEHÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR
Ji ber ku nerazîbûna raya giştî nehat dîtin û bihîstin, girtiyan 20'ê Cotmeha 2000'î dest bi greva birçîbûnê ya bê dem kirin. Wezîrê Edaletê Samî Turk weke bersiv ji girtiyan re got, "Bila belasebep nekevin greva birçîbûnê. Tîpa F wê bi cih were anîn." Dema ku dem bû 19'ê Mijdara 2000'î, girtiyan greva birçîbûnê kirin rojiya mirinê. Ji aliyekî ve rojiya mirinê dewam dikir, li aliyê din rêxistinên mafên mirovan, rewşenbîr û nivîskaran hevdîtinên xwe zêde kirin. Ji ber zexta raya giştî, Wezareta Edaletê vê da xuyakirin ku tîpên F wê bi beşdariya saziyên pîşeyî ji aliyê mîmarî, hiqûqî û tibî ve ji nû ve werin nirxandin.
Lê belê bi 11'ê Kanûnê re atmosfer guherî. Ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Mehmet Bekaroglû, Kamer Genç, Tûnay Dîkmen û Serokê Duyemîn ê TTB'ê Metîn Bakkalci weke heyetekê li Girtîgeha Bayrampaşayê bi girtiyan re rûniştin. Ji ber ku Wezareta Edaletê garantî neda ku wê girtîgehên tîpa F venebin, hevdîtin 11'ê Kanûnê xitimîn.
15'ê Kanûnê Wezîrê Edaletê Turk got, "Lihevkirin piştî ku sîstema ode hate qebûlkirin, dikare bibe. Dev ji rojiya mirinê berdin." Piştî rojekê heyetek ji rewşenbîr û hunermendan, ji bo hevdîtin ji nû ve dest pê bikin serî li Wezareta Edaletê dan. Lê belê serlêdan nehat qebûlkirin.
BI SAXÎ ŞEWITANDIN
18'ê Kanûnê Serokwezîr Bulent Ecevît, Alîkarê Serokwezîr Husamettîn Ozkan, Wezîrê Edaletê Hîkmet Samî Turk û Wezîrê Karên Hundir Sadettîn Tantan li hev rûniştin. Ev yek civîna dawî ya amdekariya ji bo operasyonê bû. Piştî rojekê, serê sibehê li 20 girtîgehan di heman dewmê de operasyon hatin kirin û dewletê mohra xwe danî binê komkujiyekê. Girtiyan bi bedena xwe li ber operasyonê li ber xwe dan. Di vê komkujiyê de ku ji aliyê bi hezaran polîs û leşkerên tîmên taybet ve hate kirin, bi hezaran fîşek, bombeyên gazê, gaza sinir, bombeya şewatê hatin bikaranîn.
Girtiyan gotin, tevî bombeyên gazê û fîşekên rastî, her wiha madeyên kîmyewî jî li dijî wan hatine bikaranîn û van madeyan zerar nedidan kincê wan, lê cermê wan dihelandin.
Li Girtîgeha Bayrampaşayê 12 girtî hatin kuştin. Girtiyeke jin a bi birîndarî ji Girtîgeha Bayrampaşayê hate derxistin, li pêş kamera got, "Em bi saxî şewitandin". Ev gotin û wêneyê wê di dîrokê û hişê mirovan de bi cih bû.
Girtiyên ku di operasyona dewletê ya bi navê "vegera li jiyanê" de hatin kuştin, ev in:
"Girtîgeha Bayrampaşayê: Cengîz Çalikoperan, Alî Ateş, Mûstafa Yilmaz, Mûrat Ordekçî, Nîlufer Alcan, Firat Tavûk, Aşûr Korkmaz, Şefînûr Tezgel, Yazgul Guder Ozturk, Gulser Tûzcû, Seyhan Dogan, Ozlem Ercan.
Girtîgeha Umraniyeyê: Ahmet Îbîlî, Ercan Polat, Ûmût Gedîk, Ata Akçagoz û Riza Poyraz.
Girtîgeha Çanakkaleyê: Fîdan Kalşen, Fahrî Sari, Sûltan Sari, Îlker Babacan.
Girtîgeha Bûrsayê: Mûrat Ozdemîr, Alî Îhsan Ozkan.
Girtîgeha Çankiri: Îrfan Ortakçi, Hasan Gungormez.
Girtîgeha Ûşakê: Berrîn Biçkilar, Yasemîn Canci.
Girtîgeha Ceyhanê: Halîl Onder."
Tevî 28 girtiyan, 2 leşker jî bi fîşekên leşkeran mirin. Hikumetê û medya wê îdîa kirin ku leşker bi guleyên girtiyan hatine kuştin. Lê belê di raporên tipa edlî de rastî derkete holê.
BI RENGEKÎ BIRÎNDAR XISTIN GIRTÎGEHÊN TÎPA F
Beşeke mezin a girtiyên bi saxî ji komkujiyê filitîn, xistin girtîgehên tîpa F ku hê jî înşaeta wan temam nebûbûn. Beşek jê jî xistin hucreyên tecrîdê yên ji serdema 12'ê Îlonê mane.
Sirgûna ber bi girtîgehên tîpa F veguherî êşkenceyê. Girtiyên birîndar bi saetan li wesayitên rîngê hatin sekinandin û tê de li wan hate xistin. Li pêşiya girtîgehan jî bi lêdanê kincê wan ji wan kirin û porê wan hate qusandin. Piştre ew avêtin nava hucreyan. Li girtiyan hate qedexekirin ku bi rêya name, serdan û faksan têkiliyê bi malbatên xwe û parêzeran re deynin. Malbatan bi rojan nekarî agahiyê ji xizmên xwe bigirin.
Berevajî îdîaya hikumetê, bi komkujiya 19'ê Kanûnê re çalakiya rojiya mirinê neqediya. Berevajî, piştî sewqkirina ber bi girtîgehên bi tîpa F, tevlîbûnên nû li çalakiyê çêbûn. 21'ê Adara 2001'ê li girtîgeha tîpa F a Sîncanê Cengîz Soydaş jiyana xwe ji dest da. Piştre gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di çalakiyê de heta roja îro, operasyonên 19'ê Kanûnê û Kuçukarmûtlû jî di nav de 124 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Komkujiya girtîgehê ya 19'ê Kanûnê weke komkujiyeke din li sicîla komkujiyan a dewletê bi cih bû û ji aliyê zêdebûna zext û êrîşên li girtîgehan ve bû mînakek. Tecrîd, cezayên dîsîplînê, lêgerîna li hucreyan, lêgerîna bi rengekî tazîkirî û êrîşa di dema sewqkirina li nexweşxane û dadgehê de, veguherîn rewşeke rûtîn. Hikumeta AKP'ê bi ferzkirina lixwekirina kincên ji yek rengî ev zext û zordarî digihîne asteke nû.