Di salekê de înşata 67 qerekolan dê bê temamkirin

Di salekê de înşata 67 qerekolan dê bê temamkirin

Bersiva ku wezareta parastinê da pêşnûmeya parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, derxist holê ku 67 jê dê di sala 2013’an de bi giştî 78 înşatên qerekolan û di 2014’an de jî tê planakirin îhaleya tesîskirina 34 qerekolan bê kirin.

Aylata Akat Ata ji bo ku hejmara qerekolên ji sala 1984’an het aniha wek polîtîkayeke ewlehiyê ya Tirkiyeyê hatine çêkirin hîn bibe, pêşnûçeya ‘çêkirina qerekolan li gorî salan û herêman belavkirina wan çawane? pirsî. Her wiha Ata der barê çêkirina qerekolên di sala 2013’an de hatiye çêkirin jî agahî xwest.

Li gorî daneyên wezareta parastinê;

 Di navbera 1984-2013’an de ji bo 122 qerekolan  di sala 2013’an de bi giştî 485 mîlyon û 927 hezar û 552 TL hat dayîn. Ji bilî 122 qerekolan ji sala 1998’an de heta dawiya sala 2012’an hejmara qerekolên cendermeyan yên hatine temamkirin 358 e.

Ji meha çile 2013’an heta niha hejmara qerekolên ku dest bi çêkirina wan hatiye kirin78 e.

Di navbera 2013-2014’an îhaleya çêkirina 34 qerekolan hatiye plankirin.

Ji sala 2013’an heta niha hejmara bi giştî çêkirina qerekolên tê plankirin 67 e.

Wezretê hinceta çêkirina qerekolên nû jî  wekê ku şert û mercên jiyanê sererast bike ewlehiya welat ji tehdîdên derve biparêze, nîşan da.