'Di sala 2014'an de 5 cînayet û 11 êrîşên nefretê rû dan'

Ji ber polîtîkayên zayendîperest ê hikûmeta AKP'ê, êrîş û cînayetên nefretê di sala 2014'an de jî dewam kirin.

Ji ber polîtîkayên zayendîperest ê hikûmeta AKP'ê, êrîş û cînayetên nefretê di sala 2014'an de jî dewam kirin. Hikûmetê peymanên navneteweyî yên di vê mijarê de li ber çavan negirt.

Komeleya Kaos GL rapora "Rapora Şopandina Mafên Mirovan a li ser bingeha Nasnameya Zayendî û Meyla Zayendî ya 2014'an" aşkera kir.

Li gorî raporê, di sala 2014'an de li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih girtin, 5 cînayetên nefretê û 11 êrîşên nefretê (yek jê bi çekê, yek jê ji aliyê hêzên ewlekariyê, du jê bi kêrê, sê jê rastî êrîşa çend kesan hat) rû dane.

Di raporê de hat ragihandin ku di sala 2014'an de ji bo pêşî li cihêkariya nasnameya zayendî were kirin guhertina qanûnî nehatiye kirin û hat gotin, "Pêşnûmeya Pêşnûme-qanûna Desteya Wekhevî û Qedexeya Cihêkariyê" neketiye rojeva Meclîsê.

'DIVÊ PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BICIH WERIN ANÎN'

Di beşa dawî ya raporê de hat xwestin ku Peymana Mafên Civakî û Aborî ya Neteweyên Yekbûyî, Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, ku dewleta Tirk aliyekî wê ye, bicih werin anîn û li qada mafên mirovan guhertinên pêwîst werin kirin.