Di rûniştina Komkujiya Enqereyê de malbatan nerazîbûn nîşan dan

Di rûniştina Doza Komkujiya Enqereyê de malbatan ji parêzerên bersûcan re gotin, ‘Heyfa cubbeyê we ye’ û nerazîbûn nîşan dan. Bersûcekî qala gotineke Erdogan kir.

Rûniştina biryardayînê ya Doza Komkujiya Enqereyê didome.

Parêzerê bersûc Sûphî Alpfîdan, Akin Denîz dema ku muwekîlê xwe parast, malbatên mexdûran nerazîbûn nîşan dan. Malbatan ji parêzeran re gotin ku, “Qatilan neparêzin, heyfa cubbeyê we ye” Parêzer Denîz xwest ku muwekîlê wî berat bike.

QALA GOTINEKE ERDOGAN KIR Û XWE PARAST

Alpfîdan têkildarî teqîna 1’ê Gulanê ya Dîlokê got “Kêmasiyeke mezin a îstîxbaratê heye.”

Parêzera bersûc Haci Alî Dûrmaz, Tansû Çîller diyar kir ku muwekîlê wê were tehliyekirin.

Bersûc Dûrmaz xwe parast û diyar kir ku, sûcê wî tune. Malbatên mexdûran nerazîbûn nîşanî Dûrmaz dan.

Bersûc Resul Demîr jî qala gotinên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir û xwe parast. Piştî parastinê bi qasî saetekê navber hate dayîn.