Di roja yekemîn ya cejnê de goristan hatin ziyaretkirin
Di roja yekemîn ya cejnê de goristan hatin ziyaretkirin
Di roja yekemîn ya cejnê de goristan hatin ziyaretkirin
Di roja yekemîn ya cejna Remezanê de kesê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin. Li her derê Kurdistanê gorên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin. Di serdanên goran de kesên di komkujiya Tîl Eran de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
ŞIRNEX Û NAVÇEYÊN WÊ SERDANÊN GORAN
Bi hezaran kesên serê sibê li ber BDP’ê hatin cem hev berbi goristanê meşiyan. Bi hezaran kesên dest bi meşê kirin, komkujiya Rojava lanet kirin û di rê de sirûda ‘Ey Reqîp’ xwendin. Hevserokê BDP’a Şirnexê Bakî Katar got: “Kujeran zarokên me qetil dikir, em nekarin xwedî li van goran derkevin. Ji ber vê me digot gora bêkesan. Dayika nekarî bigota ev gora zarokê min e. Lê îro bi saya ruhê yekitî û seferberiyê em li virin. Li Başûr, Bakur, Rojava û rojhilat em dibêjin ev zarokên me ne.” Girse piştre çûn serdana malbata rêveberê BDP’ê Yusuf Ugur yê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.
Li Cizîrê bi hezaran kesî piştî nimêja înê çûn goristana Asrî ya Cizîrê û gorên gerîlayan ziyaret kirin. Girseyê kulîlk danî ser goran, dua xwendin û rêz girtin. Nûnerê MEYA-DER’ê Mele Kasim Yigît axivî û got kesên ji xwe re dibêje em muslimanin li rojava komkujiyê pêk tîne û her kes li dijî vê wehşetê bê denge.
Li Sîlopiyê bi hezaran kes di nimêja înê de hatin cem hev û piştre berbi Goristana Başak Şehîtlik meşiyan. Hevserokê BDP’a Silopiyê Hame Aktî axivî û balkişand ser pirsgirêka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Li Qilabanê jî bi wesîleya cejna Remezanê gel çû goristana ozgan û gorên gerîlayan ziyaret kirin.
BALUKEN: DI CEJNÊ DE GELÊ ME DI BIN ZEXTAN DE YE
Li Çewlikê jî gorên pêşengên kadroya PKK’ê M. Hayrî Durmuş û Huseyîn Durmuş hat ziyaretkirin. Dîsa gorên gerîlayên din hatin ziyaret kirin. Di serdana goristanan de Wekîlê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken axivî û diyar kir ku di vê dema ku gel coşa cejnê dijî de gelê kurd bi zextên giran de ne û bi komployên mezin hewl tê dayîn ku bên çewisandin.
DIVÊ BERTEK BÊ NÎŞANDAN
Li Colemêrgê jî rêxistina BDP’ê û MEYADER’ê bernameya serdana goristanan organîze kir û li goristana Serê Solan gorên gerîlayan hat ziyaret kirin. Hevserokê BDP’a Colemêrgê Rahmî Kurd komkukjiya Rojava şermezar kir û da zanîn ku divê li dijî van komkujiyan bêdengî tunebe û her kes bertekên xwe nîşan bide.
Li Geverê jî bi heman armancê gorên Orman û Bagirge Şehîtlik hat ziyaretkirin. Wekîla serokê koma BDP’ê Pervîn Buldan, Parlamenter Adîl Kurt, Şaredar, Dayikên aştiyê û gelek kes tevli serdanê bûn. Pervîn Buldan axaftinek kir û got: “Yên vir şehîdên gelê kur de. Şehîdên çand, ziman, nasnameyê. Bedena xwe kirin mertal. Şehîd rumeta me ne.”
Adil Kurt jî axivî û diyar kir ku heta ev welat azad nebe dê têkoşîna wan bidome.
LI AMEDÊ JÎ SERDAN
Li Amedê jî çûn serdana serokê Partiya Kedê ya Gel Vedat Addin. Hevseroka BDP’ê Zubeyde Zumrut û şaredarjî hebûn çûn serdana gorê. Piştre derbasî gora şehîdan bûn.Li Bismilê jî gel çû serdana goran û dua kirin.
LI WANÊ BI GIRSEYÎ HAT ZIYARETKIRIN
Bi wesîleya cejnê bi pêşengiya BDP’ê goristanên Karşiyaka, Hacibekîr û Akkopru hat ziyaretkirin. Li Çaldêranê jî bi girseyî gor hatin ziyaret kirin.
Li Wêranşar û Bazidê jî di saetên serê sibê de gor bi girseyî hatin ziyaretkirin.