Di roja Nobelê de darvekirin û îxracata çekan hat protestokirin

Di roja Nobelê de darvekirin û îxracata çekan hat protestokirin

Di saetên ku xelatên Nobelê dihatin dayîn de li ber avahiya Konserê ya Stockholmê, Kurdan darvekirinên Îranê, rêxistinên aştiyê jî îxracata çekan protesto kir.

Çar nivîskar û hunermendên Çînê, ji bo binpêkirinên mafan yên Çînê protesto bikin, xwe tazî kirin û  rastî mudaxaleya polîsan hatin. lê polîsan vê carê mudaxaleyê kurdan nekir.

Kurdan ji bo ku darvekirinan protesto bikin 300 metre durî cihê qada ku merasîma xelatên Nobelê pêk dihat, li Qada Sergel çalakî dan destpêkirin. Alên kurd hatin vekirin û her wiha parkartên ku dihat xwestin  darvekirin bên rawestandin û girtiyên siyasî bên berdan hatin vekirin.  Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hat diyar kirin ku darvekirinên li Îranê fikaran zêde dike û hat gotin ku divê YE û hikûmet Swêdê ji bo rawestandina darvekirinan bang bike.

Parlamenterên partiya Çep û berdevkê polîtîkaya Derve Hans Lînde, da zanîn ku li Îranê ji ber ku gel mafê xwe azadiyê bikartînin tê girtin û darvekirin.

JI RAWESTANDINA DARVEKIRINAN TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN

Lînde got dema Hasan Ruhanî ji bo serokomariyêhatiye hilbijartin, hêviyên pir mezin tunebû lê herî kêm digotin dê zext kêm bibin. Lînde got: “Li gorî Rêxistina Efuyê ya Navnetewî piştî Ruhanî hatiye peyewirê û şûnde 367 kes hatin darvekirin.

Darvekirin rê li ber hêrsê vedike.  Lê ya girîng divê mirov pasîf û bêdeng nemînin. Ji bo rawestandina darvekirinan divê têkoşîn bê bilindkirin.”

Linde daxwaz wiha rêz kir; Divê şûnde aşndina îltîcayên ji Îranê tên bên rawestandin. Divê hikûmeta Swêdê, alîkariya xwe ya bo tekelên Swêdê yên li Îranê xebatê dimeşîne ABB, Tetra Pak, Ericsson, Alfa Laval û yên din bide rawestandin. Li dijî van daravekirinan divê helwest bê girtin.

PARTIYA KARKERAN A DEMOKRAT SOSYAL DÊ TÊKOŞÎNÊ BIMEŞÎNE

Parlamenterê Partiya Karkeran a Demokrat Sosyal Shadiye Haydarî da zanîn ku nenaskirina mafên welatiyan  a li Îranê dîktatoriye û got ev cezayên mirinê yên ku li kurd, azerî, parêzvanên mafê mirovan û xwendekaran tê birîn nayê qebûlkirin. Piştî Çînê, Îran duyemîn welatê ku herî zêde darvekirin lê tên jiyîn. Partiya Karkeran a Demokrat Sosyal dê li dijî vê têbikoşe.

Seroka Federasyona Kurd-Swêd Aycan Sermîn Bozarslan da zanîn ku Netewên Yekbûyî û welatên Rojava her tim behsa bernameyên nukleerê yên Îranê dikin, lê tu car behsa binpêkirina mafê mirovan ya li Îranê nayê kirin. Bozarslan got beriya her tiştî mafê mirovan tê, emê bo vê her tiştî bikin.

Bozarslan wiha got: “welatên Rojava li şûna mafê mirovan, behsa çekên nuklerê dikin. Ev şerma herî mezine. Li vî welatî zarok bi tirsa mirina dê û bavê xwe dijîn.”

Nivîskar Kurdo Baksî jî da zanîn ku di 10’ê kanûnê de ku xelatên Nobelê tên dayîn, hema dîrok Roja Mafê Mirovane û got: “ Mafên herî sereke yên kurdan hêj li Tirkiye, Îran, Sûriyeyê tê înkarkirin.”

Parlamenterê partiya Gel û berdevkê polîtîkaya derve Fredrîk Malm, da zanîn ku ji roja ku Ruhanî bûye serokomar heta niha nêzî 300 kesî hatine darvekirin.

ÎXRACATA ÇEKAN HAT PROTESTOKIRIN

Di nav de Komeleya Aştiyê ya Swêdê, Tevgera Aştiyê ya Xiristiyanan, Ji bo jinan aştî, Ofog, Kom3iteya Aştiyê ya Swêdê jî heye ji bo îxracata çekan a Swêdê protesto bikin çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de hate diyar kirin ku sala 2000’î heta niha firotina çekan a Swêdê çar kat zêde bûye û got Swêd pêşeroja aştiyê tehdîd dike.