Di roja 40'î de şerê li Efrînê û hevsengên li Sûriyeyê
Li gel ku TC a endamê NATO’yê bi Rûsyayê re ji hêla leşkerî û aborî ve têklidar e jî DYA çima bêdeng e? Rejîma Sûriyeyê çima li dijî TC’ê pergala parastinê ya hewayê naxebitîne?
Li gel ku TC a endamê NATO’yê bi Rûsyayê re ji hêla leşkerî û aborî ve têklidar e jî DYA çima bêdeng e? Rejîma Sûriyeyê çima li dijî TC’ê pergala parastinê ya hewayê naxebitîne?
Berxwedana li dijî tevgera dagirkera a artêşa Tirk a bi ser Efrînê de kete roja 40’î. Bi pêşengiya YPG-YPJ’ê berxwedaniya gelê Efrînê bi rengekî bê hempa didome. Li bara berxwedaniya Efrînê artêşa Tirk gelek caran têk çû. Ji hêla leşkerî û siyasî ve TC têk çû. Lê dîktatoriya Tayyîp Erdogan ji bo ku têkçûna xwe veşêre planên komkujiyên mezin dike.
Tayyyîp Erdogan heman polîtîkayên şerê qirêj ên ku salên 90’î li Bakurê Kurdistanê dikir, ji van zêdetir niha biriye Efrînê. Valakirina gundan, şewitandin û kavilkirina gundan polîtîkaya şerê qirêj ê TC’ê yên salên 1993-1994’an e. Ev polîtîka qirkirna Kurdan vedihewîne, dijminatiya li Ereban vedihewîne û her wiha li bara komên baweriyê yên cuda yên Sûriye/Efrînê jî gefek e. Ev polîtîkaya TC’ê polîtîkaya DAÎŞ, El Nûsra ye ku hemû mirovahiya dinyayê li dij e. Ew polîtîka ye ku xwedêgiravî DYA, Rûsya, NATO, YE, Îran li dij e. Li dijî DAÎŞ’ê û El Nûsrayê ku gef li Sûriyeyê, Iraqê û Rojhilata Navîn dixwe hemû mirovahî bûye yek. Baş e çima li bara Tayyîp Erdogan û artêşa dagirker a TC’ê ku heman polîtîkayên DAÎŞ, El Nûsra dike ev hêz bêdeng in?
Rûsya û DYA li gel nakokiyên xwe yên herêmî û global çima li ser Efrînê dibine hevkar. TC endamê NATO’yê ye û bi Rûsyayê re ketiye tifaqa leşkerî û aborî çima li bara vê bêdeng in? Rejîma Sûriyeyê çima li gel ku Tirkiye xaka wê dibezîne jî pergala parastina hewayî sazar nake. Em dikarin van pirsan zêde bikin. Ev berxwedaniya Efrînê, polîtîkayên li ser Sûriyeyê ya van hêzan jî derxistiye holê. Şervanên YPG-YPJ’ê ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan û serkeftinên mezin bi dest ve anîn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku berdêlên mezin dan ne tenê ji bo Kurdan bûn, ji bo mirovahiyê bûn. Heke berxwedana 5 salên dawî ya dijî DAÎŞ’ê nebûya DAÎŞ’ê wê hovîtiya li Rojhilata Navîn bibire Ewropayê, Rûsyayê û DYA’yê. Ev jî bi alîkariya TC’ê kiribû.
Niha diyar dibe ku niyeta Rûsyayê ya ku digot ew li dijî DAÎŞ’ê têdikoşe bi TC’ê re dagirkirina Sûriyeyê ye. Rûsya bi naskirina heqê komkujî û dagirkeriyê TC’ê ya li Efrînê, TC’ê li dijî DYA û NATO’ê sor dike. DYA û NATO vê polîtîkaya TC’ê ya Rûsyayê dibîne, ji polîtîkaya TC’ê ya komkujî û dagirkirina Efrrînê û Kurdan re digire û wiha bi Rûsyayê re dibe hevkar.
Daxuyaniya DYA’ê ku serê kêliyekê dibêje, ‘ti têkiliya me bi rojhilatê Firatê re û Efrînê re nîn e’’ jî mirov qanih nake. Li Dêrazorê û li deverên cihê ku li dijî berjewendiyên wê be Rûsyayê jî DYA ya ku bombe dike li dijî TC’ê ya ku li Efrînê sûc dike, ev bêdegniya wê mirov nikare di ser guhê xwe re bavêje. Ji ber ku karakterê berxwedana li Efrînê wê ne bi demeke kurt sînordar be. Berxwedana Efrînê serketinên mezin bi dest Kurdan ve aniye. Wê mezintir jî bi dest ve bîne. Encamên wê jî wê bi taybetmendiyên mezin bin.
Ji bo vê ên ku niha bêdeng in, ango dema ku li Efrînê zarok, yixtiyar têne kuştin pişta TC’ê difirkînin û dibine hevkarê qirkirina TC’ê wê bizanibin ku Efrîn qet ne pariyekî wiha biçûk e. Wê bike ku potansîyela Kurdan a li herêmê berbelav bi dînamîkeke cuda li derkeve holê.
JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA