Di roja 40’emîn a erdhejê de: Em ê ji bîr nekin, efû nekin, hesap bi pirsin!

Bi wesîleya roja 40’an erdhejê li ber Baroya Stenbolê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Parêzer Eren Can ku dayik û bavê wî li Antakyayê jiyana xwe ji dest dan, wiha got: “Em heqê xwe helal nakin.”

Di roja 40’emîn a erdheja mezin ku navenda wê Mereş e de, parêzeran ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane li ber Baroya Stenbolê merasîma bîranînê lidar xist. Parêzer Eren Can ku dayik û bavê wî di erdheja li Antakyayê de jiyana xwe ji dest dan, Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik û gelek welatî tevlî merasîmê bûn. Di Merasîmê de ku di bin dorpêça polîsan de hat kirin, li ser dovîzên ku navên bajarên ku erdhej lê qewimîne li ser hatibûn nivîsîn, danîn erdê û find li ser vêxistin.

Parêzer Kemal Aytaş di bîranînê de axaftina yekem kir. Aytaş diyar kir ku ew ê berpirsên vê komkujiyê bi lanet bikin û wê hesap bi pirsin.

Parêzer Eren Can jî ku dayik û bavê wî di erdheja li Antakyayê de jiyana xwe ji dest dan, wiha got: “Em heqê xwe ji yên ku helaliyê dixwazin re, helal nakin. Em ê ji bîr nekin, efû nekin û hesap bi pirsin.”

Parêzer Îlke Çandiray jî got ku ew ê destûr nedin ku ev êş normal were nîşandan.

Parêzer Seher Erîş jî axivî û wiha got: “Me dît ku me ji dervey xwe ti kes din nîn e. met dît ku piştevanî dîsa di jiyanê de encam girt. Em pêvajoyê bişopînin.”