Di roja 37’an de qîr kirin: ‘CPT BIÇE ÎMRALÎ’
Çalakiya rûniştinê ya bi dirûşma ‘CPT biçe Îmralî’ ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku bi dehan sazî piştgirî dike bi hemû biryardarî di roja 37’an de dewam dike.
Çalakiya rûniştinê ya bi dirûşma ‘CPT biçe Îmralî’ ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku bi dehan sazî piştgirî dike bi hemû biryardarî di roja 37’an de dewam dike.
Di çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyên ji Elmanya, Fransa, Hollanda û Swîsreyê tevlî dibûn de, daxwaz dikin ku bi lezgîn divê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) biçe Îmralî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di cih de lêkolîn bike û agahiyek parve bike.
Çalakiya rûniştinê ya ku 23’ê Cotmehê bi tevlîbûna nûnerên 63 saziyên Kurdistanî, Tirkiyeyî û gelên Rohilata Navîn û baweriyên cihê, heta niha Parlementoya Ewropa (PE) perlementerên endamên Meclîsa Parlemetoya Konseya Ewropa jî destek kirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ji bo fikar û metirsiyên têkildarî ewlehî û rewşa Ocalan bên derbaskirin divê bi lezgîn bikevin nava tevgerê.
NIRXANDINÊN GIŞTÎ HATE KIRIN: ÇALAKÎ HETA KU ENCAM BIGRE WÊ BIDOME
Di roja 37’an de kesên beşdarî çalakiyê bûyîn rojane têkildarî çalakiyê civînan lidar dixin.
Di cîvîna seatên sibê de hate gotin ku têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyek nehatiye bidestxistin û bal hate kişandin li ser hevdîtina herî dawî ya Îlona 2016’an.
Di mehên derbasbûyî de têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan di medya civakî de nûçeyên spekulasyon hatibûn parvekirin û di civînê de bal hate kişandin li ser fikarên gelê Kurd. Di civînê de hate gotin ku ev tenê bi rêya serdana CPT’yê re dikare were zelalkirin.
Di nirxandinan de hate gotin ku saziya yekem berpirsyar ku serdana Rêberê Gelê Kurd bike CPT ye û girîngiya çalakiya rûniştinê ya bêdem hate vegotin. Çalakgeran gotin ku heta CPT gavek neavêje wê çalakiya wan bidome.
BI DIRÛŞMEYAN BANG LI CPT HATE KIRIN KU ERKA XWE PÊKBÎNE
Kurdistanî û dostên wan di çalakiyê de bê navber berê xwe dan avahiya CPT û dirûşmeyên ‘CPT biçe Îmralî!. Çalakgeran her wiha dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Aşitî’ qîr kirin û daxwaza lezgîn ketina tevgerê ji CPT hate xwestin.
Di çalakiya rûniştinê ya beşa piştî nîvro de jî çalakgeran aktivîteyên moralê lidar xisitn. Şano hate lidar xistin, stran û marş hate gotin.