Di rêya Tiba Edlî de skandal

Di rêya Tiba Edlî de skandal

Rapora girtiyê nexweş Hakan Golunç a nikare di girtîgehê de bimîne heye. Lê belê tevî vê jî nayê tehliyekirin û ji ber kontrolên pêwîst nayên kirin ûrê di mejiyê Golunç de nehat tespîtkirin! Girtiyê nexweş niha li benda rapora Saziya Tiba Edlî ye.

Hakan Golunç ji 2006’an ve di girtîgehê de ye û yek ji wan girtiyên ku divê bi lezgînî were tehliyekirin.

ÇAVEKÎ WÎ NABÎNE

Golunç ê di mejiyê wî de ûr heye, 12 caran ameliyat bûye. Ûrê di mejiyê wî de li gorî 20’ê Îlona 2012’an 17*11 mm mezin bûye. Ji ber ûr çavê wî yê rastê ji sedî sed nabîne. Di çavê çepê de jî ji sedî 24 kêmasiya dîtinê  heye û ji ber ku derman di dema wê de jêre nayên dikeve krîzê.    

Tevî ku rapora Hakan Golunç a “nikare di girtîgehê de bimîne" heye jî nayê tehliyekirin. Nexweşxaneya Lêkolîn û Pêkanînê ya Zanîngeha Kocaelî di 22’ê Nîsana 2013’an de der barê Golunç de rapora divê were tehliyekirin da.  

RAPOREKE SKANDAL

Her wiha, Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Stenbolê di 1’ê Tîrmehê de raporeke skandal der barê Golunç de da. Di  27’ê Hezîranê de filmê mejiyê Golunç hat kişandin. Lê ji ber li gorî usûlê nehat kişandin ûrê di serê Golunç de yê di 20’ê Îlona 2012’an de hatibû tespîtkirin ku mezinbûna wê 17*11 mm ye nehat dîtin! Ji ber derziya ne li gorî usûlê lê dan jî di destê Golunç ê rastê de werimandin çêbû.  

LI BENDA RAPORA SAZIYA TIBÊ YA EDLÎ NE

Hakan Golunç ê ji destpêka meha Hezîranê ve li Girtîgeha Metrîsê dimîne niha li benda rapora Saziya Tibê ya Edlî ye. Golunç ku ji parêzerên xwe re nameyek şand, destnîşan kir ku ne li bendê ye were tehilyekirin û wiha got, “Ez bawer im heta nexweşiya min hîn girantir nebe û ez neyêm ber mirinê nayêm berdan.”