'Di referandûmê de bê erêkirin jî ew destûra bingehîn rewa nîne'

Berdevkê HDP'ê Bîlgen got, "Bi dek û dolaban destûra bingehîn nayê amadekirin. Hûn di referandûmê de bi ser bikevin jî ev têrê nake."

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî, li ser rojevê civîneke çapemeniyê li navenad giştî ya partiyê lidar xist.

Bîlgen di destpêka axaftina xwe de gefa Wekîlê AKP'ê Huseyî Kocabiyik ku gotibû "Eger li dijî mezinekî dewletê sûîqest bê kirin, wê milet bavêje ser girtîgehan û hemû endamên FETO û PKK'yan bi dar ve bike. Gel li ser vê daxive" nirxand.

Bîlgen der barê vê gefê de got, "Eger ev yek ne ji bo provokasyonê hatibe gotin, hingî kifşkirina planekê ye. AKP berpirsyar e ku di vê der barê de daxuyaniyekê bide."

Ayhan Bîlgen da xuyakirin, ku desthilatdariya siyasî ji bo emrê xwe dirêj bike, hewl dide sîstema hilbijartinê biguherîne û got, "Eger derdê AKP'ê afirandina sîstemeke hilbijartinê ya demokratîk bûya, wê di nava rewşeke demokratîk û azad de nîqaşa li ser vê sîstemê bihata kirin."

Bîlgen li ser hevdîtinên navbera MHP'ê û AKP'ê jî got, "Em nizanin sozeke bi çi rengî ji MHP'ê girtine. Lê belê, gotinên berê yên MHP'ê li holê ne. Hilbijêrên AKP'ê dizanin ku çêkirina destûra bingehîn bi MHP'ê re tê çi wateyê. Derfetên çêkirina destûra bingehîn bi beşeke mezin a civakê re pêkan e. Lê belê bi dek û dolaban hewl dide destûra bingehîn çêbikin. Ev nabe. Hûn di referandûmê de bi ser bikevin jî ev têrê nake. Ji ber ku hejmara wan bi tena serê xwe têra meşrûiyetê nake. Mînaka herî berbiçav a vê yekê jî destûra bingehîn a 12'ê Îlonê ye."

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen têkildarî biryara xwe ya sekinandina xebatên xwe yên li meclîsê got, "Me biryara vekişîna ji Meclîsê nedan. Me biryar dan tevlî xebatên meclîsê nebin. Valahiya Hevserokên me ji bo me gelekî girîng e. Lê belê em xebatên xwe bêvalahî didomînin. Mînak; em ê sibe civîna koma xwe ya partiyê pêk bînin."