Di rapora ÎHD'ê ya binpêkirina mafan de ‘faşîzm' derket!
ÎHD’ê tabloya polîtîkaya şer a AKP’ê piştî Komkujiya Pirsûsê da destpêkirin kir rapor. ÎHD’ê diyar kir ku herî kêm 2400 kes hatine binçavkirin, nêzî 300 kes jî hatine girtin.
ÎHD’ê tabloya polîtîkaya şer a AKP’ê piştî Komkujiya Pirsûsê da destpêkirin kir rapor. ÎHD’ê diyar kir ku herî kêm 2400 kes hatine binçavkirin, nêzî 300 kes jî hatine girtin.
ÎHD’ê tabloya polîtîkaya şer a AKP’ê piştî Komkujiya Pirsûsê da destpêkirin kir rapor. ÎHD’ê bal kişand ku rewşa heyî ji 12’ê Îlonê xerabtir e, herî kêm 2400 kes hatine binçavkirin, nêzî 300 kes jî hatine girtin. ÎHD’ê aşkera kir ku gelek kes di êrîşa dewletê de hatine kuştin û îşkence dîtine.
LI RÊVEBERÊ ÎHD’Ê YÊ NEXWEŞÊ PENÇEŞÊRÊ ÎŞKENCE!
Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, rapora binpêkirinên mafan a ji Komkujiya Pirsûsê heta niha li giştî welêt rû dide amade kir, aşkera kir. Li salona ku pankarta “Bilez Aştî” ya bi Tirkî, Kurdî, Ermenî, Rûmî û Îngîlîzî hat daliqandin, axaftina destpêkê endamê Desteya Rêveber a ÎHD’ê Hulusî Zeyben wergirt. Zeyben di destpêka axaftina xwe de êrîşên faşîst ên li hember avahiyên bajêr û navçeyan ên HDP’ê şermezar kir. Zeyben got ku di nav bi dehan kesên ji bo avahiya HDP’ê ya Bagcilar diparastin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin, endamê Desteya Rêveber a ÎHD’ê Ahmet Demîrsoy ê bi pençeşêra kezebê ye jî heye. Zeyden ragihand ku li Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Stenbolê de Demîrsoy rastî îşkenceyê hatiye.
'JI 12’Ê ÎLONÊ XERABTIR E’
Zeyben ragihand ku rapora hatiye amadekirin nuqteya xeter a gihiştinê radixe ber çavan, AKP’a konsepta şer kiriye dewrê her cihê welêt kiriye nav êgir. Zeyben bal kişand ku di merheleyeke ji Derbeya Leşkerî ya Faşîst a 12’ê Îlonê xerabtir de ne. Zeyben anî ziman ku ji bo çek bêdeng bibin pêwîst e hikûmet oprasyonan rawestîne û banga agirbestê bike. Zeyben xwest saziyên navneteweyî yên wek Parlamentoya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî bikevin dewrê Zeyben wiha dewam kir: "Kesên şer sor dikin dixwazin me teslîm bigirin. Lê pêwîst e em teslîm nebin ji bo aştiyê hê bihêztir bin. Hunermend, rewşenbîr, rûspî ji bo ev xwîn raweste ji destê kê çi tê divê bike.”
HERÎ KÊM 2411 KES HATIN BINÇAVKIRIN, 280 KES HATIN GIRTIN
Piştî Hûlûsî Zeyban, ji 20’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve rapora binpêkirina mafên mirovan Raportorê ÎHD’ê Mesût Çakan xwend. Çakan diyar kir ku li gorî daneyên Navenda Koordînasyona Serokwezîrtiyê ji 29’ê Tirmehê û vir ve di giştî Tirkiyeyê de 1302 kes hatine binçavkirin, piştî ve dîrokê operasyonên li giştî Tirkiyê hejmar gihiştiye 2411’an û 280 kes hatin girtin. Çakir got ku ên hatine binçavkirin hejmarek pir mezin ji rêxistinên rêveberiyên xwecihî û rêxistinên navçe û bajar ên HDP-DBP’ê, rêveberên partiyan heye, di operasyonên endam û rêveberên saziyê sivîl ên civakî jî digire nav xwe de di bin temenê 18 salî de 24 zarok hatine binçavkirin.
1 JÊ JIN 70 KESÎ ÎŞKENCE DÎT
Çakan destnîşan kir ku di çalakiyên polîsan mudaxele kiriye de 306 kes hatine binçavkirin,15 jê jin 4 jî wezîfedarê sendîkayê ye, 6 jê hatiye girtin, 4 jê zarok 42 kes hatin birîndarkirin û kesekî ji Sûriyeyê jî jiyana xwe ji dest daye. Çakan bi bîr xist ku çalakiya Bloka Aştiyê jî hat qedexekirin, di mudaxeleyên polîsan ên li hember çalakî û festîvalan ên bajarên cuda cuda de, 19 kes birîndar bûne, 33 kes jî hatin binçavkirin. Çakan di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser taziye û cenazeyan û got ku bi giştî 15 kes hatin binçavkirin, 1 jê giran 11 kes birîndar bûne û bi hinceta heqaret li Serokkomar kirine 5 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin. Çakan destnîşan kir ku 70 kesî ji wan 12 kes jin in di binçav de rastî pêkanînên xerab hatine, îşkence dîtîne, kesê bi navê Mazlûm Kaynak jî hatiye kuştin.
LI 180 HERÊMAN REWŞA AWARTE!
Di raporê de hat ragihandin ku di operasyon û êrîşan de; 77 kesan jiyana xwe ji dest dane, 17 kes birîndar bûne, hejmara polîsên dimirin zêde dibe, hejmara polîsên mirine herî kêm 23 e û polîsek hatiye revandin. Di raporê de êrîşên li hemberî rêveberên Elewiyan jî hatin bibîrxistin.
Çakan diyar kir ku dewletê li 15 bajarên Bakurê Kurdistanê 180 herêm weke "herêma ewlekariyê" îlan kiriye, cih û warên sivîlan bombe kiriye û da zanîn, ku "herêmên ewlekariyê" bi giranî li Erdexan, Qers, Îdir, Erzîrom, Erzîngan, Dêrsim, Agirî, Wan, Colemêrg, Şirnex, Mûş, Bedlîs, Sêrt, Amed, Êlih, Mêrdîn, Riha, Dîlok û Kîlîs in. Çakan da xuyakirin ku li navçeyên Gimgim, Şemzînan, Dêrsim, Gever, Çelê, Farqîn, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Sûr û Liceyê bi qedexeya derketina derve re li tevahiya herêmê rewşa awarte hatiye ragihandin.
Di dewama raporê de hat ragihandin ku ji ber pêkanînên kêfî yên leşker û polîsan; 1 jê jin 13 kes rastî lêdanê hatine, gef li kesekî hatiye xwarin, 1 jê zarok 2 kes hatine qetilkirin, zarokek bi çekê, jinek jî bi fîşa gazê ya polîsan birîndar bûne, jinek rastî destavêtinê hatiye, bi giştî 19 kes rastî şîdeta polîsan hatine. Çakan anî ziman ku êrîşên kiryar ne diyar zêde bûne û da zanîn ku li Stenbol, Amed, Edene, Colemêrg, Îzmîr û Şirnexê, yek jê zarok herî kêm 12 kes hatine kuştin, 4 kes jî birîndar bûne.
LI GIRTÎGEHAN ÇI DIQEWIME?
Çakan anî ziman ku bi konsepta şer re li girtîgehan jî pêkanînên li dijî mirovahiyê zêde bûne û diyar kir ku yek jê ji ber xwekuştinê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 girtiyan lêdan xwarine, 269 girtî bi zorê hatine sewqkirin, ji ber binpêkirina mafan 3 kes ketine greva birçîbûnê, 11 girtî li lêgerîna bi tazî rast hatine, pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî qanûnan hatiye îlankirin û bi hinceta propaganda rêxistinê dike jê re nehatiye dayîn. Çakan da xuyakirin ku greva birçîbûnê ya mehpûsên PKK û PAJK'ê li hemberî operasyon û girtinan dane destpêkirin roja xwe ya 26. dagirtiye, bi hinceta ku di greva birçîbûnê de ne girtî bi cezayên îdarî yên weke qedexeya hevdîtinê û axaftina bi telefonê hatine cezakirin û vîtamîna B-12 ji wan re nayê dayîn.
ÊRÎŞÊN NÎJADPERESTÎ ZÊDE BÛN
Çakan ragihand ku ji ber êrîşên nîjadperestî li Erzîrom, Tokat, Ortû, Mersîn û Eskîşehîrê 35 kes rastî lêdanê hatine, piraniya van karkerên demsalî ne, restorantek û otobuseke sefera navbera bajaran dike, xisara madî dîtine. Çakan diyar kir ku di êrîşên li hemberî partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl de 15 HDP'yî, 1 Egîtîm-Senî birîndar bÛne, 19 rêveber hatine binçavkirin û xisara madî li avahiyan çêbûye.
Çakan anî ziman ku mirina bi guman a leşkeran jî zêde bûne û da xuyakirin ku li Afyon, Wan, Sêwas û Îzmîrê bi îdîaya 'xwe kuştine' çar leşkeran jiyana xwe ji dest dane.