Di radestkirina dîlgirtiyan de ‘krîza çapemeniyê’

Di radestkirina dîlgirtiyan de ‘krîza çapemeniyê’

Heyeta ji bo leşker û rayedarên din ên dewletê yên di destê HPG'ê de teslîm werbigire serê sibê ji aliyê rayedarên PDK'ê ve birin cihê hevdîtinê, ji ber çapemenî jî li cihê hevdîtinê bû ji herêmê dûr xistin. Hate hînbûn ku, li cihê hevdîtinê çapemenî û rayedarên cemaweriyê radiwestin.

Heyeta ji bo leşker û rayedarên din ên dewletê yên di destê HPG'ê de teslîmî werbigire hatî avakirin, serê sibê derbasî herêmên Amêdiyê û Dêrelokê yên di bin kontrola HPG'ê bûn. Ligel serê sibê agahdarî hate kirin ku, dê çapemenî neyê jî xebatkarên çapemeniyê hatin nokteya rayedar bên teslîm bikin. Pişt re heyeta ji wekîlên BDP'ê û parêzvanên mafên mirovan pêk tê bi rayedarên Partiya Demokrata Kurdistanê PDK'ê re hatin qada di bin kontrola PKK'ê de. Dema heyetê çapemenî dît ji wesayîtan nehate xwarê û ji qadê dûr ketin. Heyet ji qadê dûr li cihekî disekine û li benda pirsgirêk çareser bibe disekîne.

PDK ISRAR DIKE KU ÇAPEMENÎ BILA TUNE BE

Hate ragihandin ku, rayedarên PDK'ê didin diyarkirin ku, ger çapemenî li wir be ew tevlî teslîm wergirtinê nabin û heyetê jî ji rayedarên PDK'ê re got, "Hûn neyên jî em dê biçin rayedarên cemaweriyê teslîm werbigirin", HPG ji bo pirsgirêka di navbera PDK û heyetê de çareser bibe hevdîtina dike. Hate hînbûn ku PDK'yî bi israr naxwazin çapemeniya tirk li cihê bûyerê be.

Li nokteya hevdîtinê sekinîna çapemenî û kesên serbest bên berdan berdewam dike.