Di qezaya li Mêrdînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Di qezaya li Mêrdînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji ber leza zêde qezaya trafîkê rû da, 2 kesan jiyana xwe ji dest da 4 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê welatiyê bi navê Mehmet Bîrlîk ê di nexweşxaneyeke taybet de aşvan e ji bo biçe daweta xizmekî xwe bi malbata xwe re bi wesayîta ku plaka wê 73 FD 628 derket rê. Wesayît li nêzî gundê Alakuş ê di navbera Riha-Serêkaniyê de qulipî. Di qezayê de  Îhsan Bîrlîk (35) û ajokar Mehmet Birlik (19) jiyana xwe ji dest dan. 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.