Di qanûna parastinê ya DYA de cihê Tirkiye û QSD'ê
Pêşnûme qanûna DYA ya li ser budçeya nû ya parastinê, piştî Meclîsa Nûneran li komîsyona Senatoyê jî bi 'versiyonên' cuda hate qebûlkirin.
Pêşnûme qanûna DYA ya li ser budçeya nû ya parastinê, piştî Meclîsa Nûneran li komîsyona Senatoyê jî bi 'versiyonên' cuda hate qebûlkirin.
Qanûna bi navê Erkdarkirina Parastina Neteweyî, li Meclîsa Nûneran li hemberî 66 dengên dijber, bi 351 dengî hate qebûlkirin. Li gorî vê qanûnê, budçeya parastinê ya Amerîkayê ya sala 2018'an, 709 milyar dolar e. 70 milyar dolar ji vê budçeyê wê ji bo 'Operasyonên gengaz ên li aliyê din ê deryayê' û 'bernameyên ne ji bo parastinê' bên bikaranîn.
Komîteya erkdar a li Senatoyê jî, ku qanûna parastinê wê biçe ber destê wê, versiyona xwe qebûl kir. Di versiyona pêşnûme qanûna Komîteya Senatoyê de xalek heye, ku firotina balafirên F-35 ji bo Tirkiyeyê qedexe dike.
Li gorî versiyona ku li Meclîsa Nûneran hate erêkirin, firotina çekên F-35 jî di nav de ji bo çek û amûrên leşkerî ji Tirkiyeyê re bên firotin, divê Wezîrê Parastinê tevî Wezareta Karên Derve li ser têkiliyên her du welatan raporê pêşkêşî kongreyê bike.
YÊN KU JI BERNAMEYA 'PERWERDE BIKE-BI ÇEK BIKE' SÛDÊ WERBIGIRIN, WÊ TÊKILIYA WAN A BI QSD'Ê RE BÊ LÊKOLÎN
Wekî din, di budçeyê de 1,4 milyar dolarên ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ya li Sûriye û Iraqê hatiye destnîşankirin, hate erêkirin.
Nuqteyeke din ku di pêşnûmeyê de balê dikişîne ew e; hêzek li Sûriyeyê ji bo karibe ji bernameya 'perwerde bike-bi çek bike' sûdê werbigire, wê asta wan a hevkariya bi Hêzên Sûriyeya Demokrartîk (QSD) re bê lêkolîn.
Ji bo fona ji bernameya 'perwerde bike-bi çek bike' bê dayin, wê li benda rapora rêveberiya DYA ya li ser kar û operasyonên li Sûriyeyê bê rawestandin. Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku di raporan de têkiliya komên ji fon sûdê werbigirin bi QSD'ê re bê nirxandin.