Di protestoyên dijî G20'an de alên PKK'ê li ba dibin
Li Hambûrgê dijî Civîna Bilind a G20'an bi deh hezaran mirov dest bi meşê kirin. Li pêşiya meşê alên YPG, YPJ'ê û wêneyên Ocalan hatin berzkirin.
Li Hambûrgê dijî Civîna Bilind a G20'an bi deh hezaran mirov dest bi meşê kirin. Li pêşiya meşê alên YPG, YPJ'ê û wêneyên Ocalan hatin berzkirin.
Li bajarê Elmanya Hambûrgê ku duh Civîna Bilind a G20 destpê kirî û îro ji didome, protestoyên li dijî civînê ku ev hefteyeke destpêkirî bê navber didomin. Çalakiya herî mezin îro tê lidarxistin. Bi deh hezaran kesên ku li pêşiya gara trenê li hev civyan dest bi meşê kirin. Koma enternasyonalîst ku ji 70 saziyan pêktê û dibin navê pankarta 'Heta ku piştgirî çênebe, G20 çêdibe' Kurd ji cihê xwe di nava meşê de digrin. Kurd li pêşiya meşê, bi pankarta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin.
Di aliyên pêş yê meşê de ji pankartên YPG, YPJ û wêneyê Ocalan bal dikêşe. Di meşê de bê navber dirûşmeyên 'Bijî YPG', û 'Bijî YPJ' tê avêtin.
Meş wê li bajarê St. Paûlî bi mîtîngekê bi dawî bibe.