Di protesto kirina Erdogan de 18 kes hatin binçavkirin
Di protesto kirina Erdogan de 18 kes hatin binçavkirin
Di protesto kirina Erdogan de 18 kes hatin binçavkirin
Koma ku xwest ber bi kampûsa Haydarpaş ya Zanîngeha Marmarayê ku Serokwezîrê Tirk Erdogan lê ye bimeşin, polîsan êrîşî komê kir û 18 kes binçavkirin.
Komeka ya endamên Kolektîfên Xwendekaran, li rawestgeha otobusa Haydarpaşa kombûn û ber bi Kampûsa Haydarpaşa ya Zanîngeha Marmarayê ku Serokwezîrê Tirk Erdogan lê ye meşiyan. Koma ku pankart vekirin û slogan avêtin, polîsên hêza çevîk rêya wan girtin. Di navbera koma xwest bi meşe û polîsan de pevçûn derket. Polîsan xwendekar binçavkirin û xistin otobusa hêzên çevîk de. Hat ragihandin ku, 18 kes hatine binçavkirin, tedbîrên polîsan yên derdora kampûsê didomin.