Di panela li Lozanê de Şengal û Kobanê hatin nirxandin

Di panela li Lozanê de Şengal û Kobanê hatin nirxandin

Li bajarê Swîsre Lozanê, YekÎtiya Parêzerên Demokratîk a Kurdistanê û Navenda Civaka Kurd, li ser rewşa Şengal û Kobanê panelek lidar xist. Di panela bi beşdariya zêdeyî 100 Kurd, Tirk û Swîsreyî de, nûnera KNK'ê Songul Karabûlût, nûnerê PYD'ê Zûhat Kobanê û nûnerê Çep a Şoreşger a Sûriyeyê Joseph Daher weke axaftvan amade bûn.

Di panela li salona Konferansê ya La Gaz Lozan de Songul Karabûlût destpêkê mafê axaftinê wergirt û destnîşan kir ku pevçûnên niha diqewimin, di navbera modela Tevgera Azadiyê ya Kurd a wekhevî û biratiya gelên li Rojhilata Navîn diparêze û modela kevin û pîneyê ya kevin de ye. Karabûlût da zanîn ku modela bi pêşengiya DYA hewl hat dayîn li Rojhilata Navîn bê avakirin bi ser neketiye û anî ziman ku encamên vê modelê êdî zerarê dide berjewendiyên gelan û tevahiya cîhanê.

Nûnerê PYD'ê Zûhat Kobanê jî ragihand ku li çar parçeyên Kurdistanê Kurd êdî bi hev re tevdigerin, xwedî li vîna xwe derdikevin û anî ziman ku ev rewş di serî de Tirkiye ji bo gelek hêzên herêmê weke gefê tê dîtin. Kobanê da zanîn ku desteka li dijî Kurdan ji çeteyên DAIŞ'ê re tê dayîn ev rewş derxistiye holê û ragihand ku têkoşîna li Rojava, bersiva li van polîtîkayan e.

Nûnerê Çep a Şoreşger a Sûriyeyê Joseph Daher jî diyar kir ku rejîma Sûriyeyê ji bilî mirin, talan û înkarê tiştek nedaye Kurdan û destnîşan kir, ku dijminatiya Ereb-Kurd a hewl tê dayîn were afirandin, bi modela li Rojava re hatiye pûçkirin.

Panel piştre bi beşa pirs û bersivê bi dawî bû.