Di operasyonên qirkirina siyasî de nêzî 30 kes hatin binçavkirin
Hêzên dewletê, li gelek bajar û navçeyan operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomînin. Di van operasyonan de nêzî 30 kes hatin binçavkirin.
Hêzên dewletê, li gelek bajar û navçeyan operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomînin. Di van operasyonan de nêzî 30 kes hatin binçavkirin.
Hikûmeta AKP'ê ji aliyekî ve li Bakurê Kurdistanê sivîlan qetil dike, li aliyê din jî operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne.
NISÊBÎN: Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, danê vê sibehê polîsan avêtin ser 5 malan. Di serdegirtinan de, polîsan derê malan şikandin û Seyfettîn Bertan, kurê wî Îzzettîn Bertan, Abdurrahman Işik û 2 kesên ku navê wan nehat zanîn binçav kirin. 5 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Her wiha, polîsên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê dorpêç kirin, 3 kesên ku diçûn nexweşxaneyê jî binçav kirin.
ÎZMÎR: Li Îzmîrê girseya gel xwest, binçavkirina endamên ESP û SGDF li Kolana Kibris Şehîtlerî protesto bike. Lê belê polîsan bêyî ku hişyariyekê bide, yekser êrîş kirin. Piştî êrîşê 14 ESP'yî ahtin binçavkirin. Polîsan di dema binçavkirinê de li ESP'yiyan dan.
ŞIRNEX: Li herêma Besta ya Şirnexê, operasyona leşkerî ku bi piştgiriya cerdevanan di 4'ê mehê de hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Li herêma ku operasyon pêk hat "Şehîdgeha Ş.Rojhat û Ş.Zelal" jî heye û derbarê goristanan de tu agahî nehatiye bidestxistin. Li herêmê li gundê Xerbgê Bestê, Emîne Otun û hevserê wê Hamît Otun ku sewalkariyê dikin, duh ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn û hate îddiakirin leşkeran her du welatî heya navenda Şirnexê 60 km. dane meşandin. Her 2 welatî anîn Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê.
EDENE: Li taxa Yeşîlbaglar a navçeya Yuregîr a Edeneyê, di saetên sibê de polîsan bi ser mala welatiyê bi navê Metîn Ekîncî de girt. Piştî lêgerîna li malê, Ekîncî hate binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Edenê. Sedema binçavkirina Ekîncê nehat hînbûn.
WAN: Xebatkarê kovara Ozgur Halkê Hasan Oner, dema ji bo belavkirina hejmara nû ya kovarê çû navçeya Serayê ya Wanê, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Oner, çawa ku kete navçeyê rastî kontrola nasnameyê hat û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.