'Di operasyonên li Nisêbînê de kesên neqeydkirî cih digirin!'

Hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan ên dikin nakin nikarin bikevin nava Nisêbînê gotin, "Li navçeya Nisêbînê, agahî tê ku di operasyonan de kesên neqeydkirî cih digirin."

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, qedexeya derketina derve di roja 5. de ye. Ketin û derketina navçeyê ji aliyê leşker û polîsan ve tê astengkirin.

Heyeta ji nûnerên Baroya Mêrdînê, Komeleya Mafên Mirovan û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê şaxê Mêrdînê, duh xwest biçe navçeyê, lê destûr ji heyetê re nehat dayîn.

Heyetê tiştên duh jiyîn wiha parvekirin: "Konvoya ji 80 wesayîtan pêk dihat û di nav de parlementerên HDP'ê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî heyî ji ber rêya Nisêbîn-Mêrdîn û Qoserê ji aliyê polîs û leşkeran ve hatibû girtin rêyên din ên alternatîf bikaranîn û heya ketina Nisêbînê çûn. Ji ber bendên fermî yên dewletê konvoy neket navçeya Nisêbînê. Tevî hevdîtinên parlementeran ti encama bi dest nehatin xistin û li ser vê yekê girseyê dest bi sekinandinê kir. Di hevdîtinên bi navenda Nisêbînê re hatin kirin de agahiyên taxên hatin dorpêçêkirin tên topbarankirin û li taxan ceyran hatiye qutkirin hatin bidestxistin. Eger qedexeya kolanan berdewam bike wê pirsgirêkên zexîre û tendûrîstiyê rû bidin."

'KESÊN NEQEYDKIRÎ DI OPERASYONAN DE CIH DIGIRIN'

Heyetê agahiya Mehmet Ermez (17), Ozgur Çiray (37), Cemîl Hemsî (25), Musa Akçîn (65) û Jiyan Erçîk (14) ên di êrîşa polîsan de birîndar bûn li nexwexaneyê tên dermankirin parve kir. Heyetê agahiyekî din a sosret û got "Li gorî agahiyên hatin girtin li navçeya Nisêbînê kesên neqeydkirî di operasyonê de cih digirin." 

Heyetê diyar kir ku qedexeya kolanan binpêkirina mafê jiyanê ye.