Di operasyona li Mêrdînê de zextan li gel dikin
Di operasyona li Mêrdînê de zextan li gel dikin
Di operasyona li Mêrdînê de zextan li gel dikin
Di operasyona ku li bejahiya navçeya Stewra Mêrdînê hatî destpêkirin, hate ragihandin ku leşker li malên lêgerînê dikin zextan li gundiyan dikin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) di derbarê operasyona 5’ê Adarê li Stewrê hatî destpêkirin agahî da û ragihand ku, “Artêşa Tirk operasyona li gundên Ehmediye, Bengîza, Derîs, Gozêrîn û bajarokê Heyîna yên ser bi navçeya Stewrê ya Mêrdînê operasyon daye destpêkirin. Leşkerên dijmin yên li gund lêgerînê dikin, zextan li gundiyan dikin.”
HPG-NÇR da diyarkirin ku, qismek mezin yê operasyonê di roja 8’ê Adarê de xwe vekişandiye û aşkera kir ku, yekîneyên veşartî faliyetên kemîn danîn û keşfê dikin.