Di nimêja Înê ya Sivîl de operasyon hatin şermezar kirin
Di nimêja Înê ya Sivîl de operasyon hatin şermezar kirin
Di nimêja Înê ya Sivîl de operasyon hatin şermezar kirin
Di nimêjên Înê yên Sivîl de operasyonên siyasî û leşkerî hatin şermezarkirin. Melayan di nimêjê de bertek nîşanî hikûmeta AKP'ê dan û diyar kirin ku, ger dê behsa çareseriyê û hevdîtinê bikin çima operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dikin? Melayan anî ziman ku, her tim qala aştiyê dikin û berê jî gotin dê aştiyê bînin, lê ev çi operasyonin?
Li Amed navçeyên Farqîn, Hezro yên Amedê, Sêrt Êlih, Qoser, Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Colemêrg, Melezgîrt, Wanê û Turgutluyê bi hezaran welatî dîsa li heman qadan kom bûn û nimêj kirin.
AMED
Li Amedê li Sûka Zikê Erdê ya Selahattin Eyyubî ya Deriyê Çiyê nimêj hat kirin. Mela Qutbettin Boyler diyar kir ku, olê îslamê olê edaletê ye û xwest ev zilm bi dawî bibe. Mela Celal Efe jî bi kurmancî û dimilî xutbe xwend û wiha got: "Di vê pevajoya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin lazime operasyon bi dawî bibin. Divê berî her tiştî samîmî bin. Berê jî gotin dê aştiyê bînin. Lê piştî wê operasyonên siyasî û leşkerî zêde bûn. Girtin û kuştin zêde bûn. Ger ku dê gavên çareseriyê bên avêtin ev çi operasyonin?" Piştre nimêj hat kirin. Li navçeya Farqînê li mala Sersaxiyê ya hat kirin. Di nimêjê de banga tevlêbûna Kongreya BDP'ê ya Amedê hat kirin. Li navçeya Hezroyê nimêj li avahiya BDP'ê ya Hazroyê hat kirin.
ÊLIH/SÊRT
Li Sêrtê nimêja înê bi tevlîbûna rêveberên BDP'ê yên Sêrtê û xebatkarên şaredariyê hat kirin. Li navçeya Misircê ya Sêrtê jî nimêj li avahiya BDP'ê hat kirin.
Di çarçoveya nimêja Înê ya bê dewlet de vê hefteyê jî li Êlihê nimêj hate kirin. Li hewşa Şaredariya Êlihê ku nimêj tê kirin vê hefteyê jî bi hezaran welatî ji bo nimêj bikin amade bûn. Hate xuyakirin ku welatiyan, ji bo şerê li heremê û Serêkaniyê di dome û ji bo pevçûn bên rawestandin dia kirin. Di nimêjê de Mela Cesîm Bozkur bi kurdî weaz da û diyar kir ku, di pêvajoyek wisa girîng de xwîna ku tê rijandin demek beriya demekê bila bê rawestandi.
Bozkur bal kişand ser operasyon û pevçûnan û wiha got: “Bila êdî xwîn ne rije û bese mirovan li ser vê xakê jiyan xwe ji dest da. Bila welatê me jî azad bibe û gel bi awayekî aşitiyane û azadî bijî. Xwedayê mezin tu carî li hemberî zilmê ne gotiye erê. Bese fesadî li ser gelê me tê kirin.” Bozkur banga yekîtiyê kir û xwest têkoşîna bindest û mezlûman bê xurtkirin. Piştî weazan bi hezaran welatî li pey melê xwe rêz girt.
MÊRDÎN/ŞIRNEX
Li navçeya Qoserê ya jî nimêj li Mala Gel ya Şêx Davut Yalçinkaya bi girseyî hat kirin. Mela Şêxmûs Çelebî bi Kurdî weaz dan û operasyonên siyasî û leşkeri şermezar kir. Li navçeya Nisêbînê jî nimêja Înê li Baxçeyê Navenda Çanda Mitannî hat kirin. Mela Îbrahîmê Botî nimêj kir û bi kurdî weaz dan. Piştî nimêjê xwest sibê her kes tevlî mîtînga "Em Rojava silav dikin" bibin.
Li navçeya Cizîrê jî nimêj li Mala Sersaxiyê ya taxa Cûdî ji aliyê girseyek mezin ve hat kirin. Li navçeya Silopiyê nimêj li ber avahiya BDP'ê li qada vekirî ji aliyê hezaran ve hat kirin.
WAN/COLEMÊRG
Li Wanê jî bi hezaran kesan li Otoparka girtî ya Şaredariyê nimêj kir. Bi hezaran kesên ref girêdan oprasonên siyasî û leşkerî şermezar kir û xwest siyasetmedarên kurd û Şaredarê Wanê Bekir Kaya serbest bên berdan. Melayan li vir bi kurdî weaz dan.
Li Colemêrgê jî Nimêja Sivîl ya Înê li avahiya BDP'ê bi girsesî hat kirin. Mela Fikret Turan nimêj kir. Di nimêjê de rêveberên BDP'ê Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirhanogu û endamên meclisa şaredariyê amade bûn. Mela Fikret Turan di nimêjê de operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir.
Li navçeya Melezgirê ya Mûşê û Navçeya Turgutlu ya Manîsayê jî bi girseyî nimêja Înê ya sivîl hat kirin û operasyonên siyasî û leşkerî hatin şermezarkirin.