Di Nimêja Înê de tundiya li dijî jinê hate şermezar kirin
Di Nimêja Înê de tundiya li dijî jinê hate şermezar kirin
Di Nimêja Înê de tundiya li dijî jinê hate şermezar kirin
Di Nimêjên Înê de têkildarî 8'ê Adarê weaz hatin dayîn. Di weazan de hate xwestin ku, hemû kes tevlî kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava pêk tên bibin.
Li Amedê li Sukû bin erde ya Selahattîn Eyûbî ya li Qada Derê çiyê, Farqînê li Mala Şînê ya Navenîd, Bismilê li parqa Halîl Îbrahîm Oruç, Wêranşarê li avahiya BDP'ê ya li taxa Qişlayê, Sêrtê li qata bi ser avahiya BDP'ê ya Sêrtê, Nisêbînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtanniyê, Sîlopiyê li qada vala ya li ber Rêxistina BDP'ê ya Sîlopiyê, Qoser li Mala Şînê ya Şeyh Davut Yalçinkaya, Êlihê li baxçeyê şaredariyê yê çayê, Wan li Otoparqa şaredariyê, Colemêrgê li avahiya BDP'ê, Milgazgirê li avahiya BDP'ê, Gimgimê li mescîta Kargeriya Şaredariya Gimgimê, Mêrsînê li tesîsên sporê yên taxa Guneşê yên ayîdî şaredariyê û li Turgutluyê li Salona Musa Anter ya li avahiya BDP'ê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin.
Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz da. Melayan anî ziman ku, divê hemû kes alîkariya Rojava bike. Melayan di weazên xwe de bal kişand ser 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û dan diyarkirin ku, jin her tim êşan dikêşin û sedema vê yekê şere. Her wiha tundiya li dijî jinê şermezar kirin. Di nimêjan de hate xwestin ku, hemû kes piştgiriyê bide projeya aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.