Di nimêja Înê de banga tevlîbûna Newrozê
Di nimêja Înê de banga tevlîbûna Newrozê
Di nimêja Înê de banga tevlîbûna Newrozê
Li gelek bajar û navçeyan Nimêjên Înê ya Sivîl bi tevlîbûna hezaran welatiyan hatin kirin. Di nimêjên înê de melayan bi kurdî weaz dan û piştî xudbeya nimêj hatin kirin. Melayan di weazên dayîn de bang li hemû kesî kir ku tevlî Newrozê bibe.
Li Sêrtê bi tevlîbûna rêveberên BDP'ê û gelek welatiyan Nimêja Înê ya Sivîl de li qata li ser avahiya BDP'ê, navçeya Misircê li avahiya BDP'ê, Amedê li Suka Binerd a Selahattîn Eyyubî ya li Derê Çiyê, Bismilê li Tesîsên Sporê ya Şaredariya Bismilê, Farqînê li Mala Şînê ya Navendî, navçeya Silopiyê ya Şirnexê li qada vala ya li ber avahiya BDP'ê, Cizîrê li Mala Gel û Şînê ya Şaredariyê, Êlihê li Baxçeyê Şaredariyê, Qoserê li Mala Gel a Şêx Davut Yalçinkaya, Nisêbînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtanniyê, Hezexê li Parqa Aşîtiyê, Serêkaniyê li avahiya BDP'ê, Wanê li otoparqa şaredariyê, Colemêrgê li avahiya BDP'ê ya Colemêrgê, Turgutlu li salona Konferansê ya Musa Anter a li avahiya BDP'ê û gelek bajar û navçeyên din bi hezaran welatiyan nimêjên înê li dar xistin.
Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz dan û xudbe xwendin. Piştî rewşa hewa gerimbû li hemberî nimêjên înê eleqeya welatiyan zêdebû. Melayan di weazên xwe de bal kişandin ser Komkujiya Helebçe û Newrozê û wiha gotin: "Weke tê zanîn di sala 1988'an de li Helebçeyê bi çekên kîmyewî 5 hezar Kurd hatin qetilkirin. Em kesên ev komkujiyî pêk anîn şermezar dikin. Em di şexsê şehîdên Helebçe de hemû şehîdên xwe bi rehmet bi bîrtînin. Li pêşiya me Newroz jî heye. Em hêvî dikin ku Newroz îsal dê ji aştî û azadiyê re bibe wesîle."
Di weazan de hate diyarkirin ku, li hemberî gelê Kurd bi salane komkujî pêk tên û tu kesî heya niha hesaba wan komkujiyan nepirsiye û wiha hate gotin: "Divê hemû kesên misliman van komkujiyan şermezar bikin. Divê gelê Kurd li hemberî komkujiya bibe yek." Melayan xwest ku hemû kes bi hêz tevlî Newrozê bibe. Piştî weazan bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin.