Di navbera Aktîvîstên YDG-H'ê û polîsan de pêvçûn

Di navbera Aktîvîstên YDG-H'ê û polîsan de pêvçûn

Li Silopiyê di navbera endamên YDG-H ên surgun û pêkûtiyên di girdîgehan de zêde bûne şermezar kirin û polîsan de pêvçûn derket.

Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê, gelek ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Welatparêz (YDG-H), ji bo bal bikşînin ser surgun û pêkûtiyên di girtîgehan de zêde bûne li Taxa Şehît Harûn Boy meş li dar xistin. Ciwanên ku bi çepik, tililî, fîskaniyê û dirûşmeya "Bijî Serok Apo", "Ciwan cangoriyên Apo ne" û "PKK gel e gel li vir e" avêtin û ber bi 172'emîn Fermandariya Tûgaya Zirxî ve meşiyan, piştre bi barîkata li ser rê danîn li trafîqa wesayîtan girtin. Gelek polîsên bi wesayîtên bi tîpa Dûpişk, TOMA û çewik kuvetê hatin cihê çalakiyê bi ava şid û bombeya gazê mudaxele kirin. Ciwanan jî bi kevir, molotofkokteylan, bombeya bi deng û fişekên hewayî bersiva polîsan dan. Di bûyeran de komek ciwan molotof, fişekên hewayî û bombeya deng avêtin lojmanên ku di nava 172'emîn Fermandariya Tûgaya Zirhli de ye.

 

Piştî teqînan gelek wesayîtên bi zirxî sewqê cihê bûyerê hatin kirin, pêvçûnên di navbera ciwan û polîsan de heta saetên derengê şevê dom kir. Bûyer piştî ciwan di nava kûçeyan de belav bûn bi dawî bû.