Di mîtîngên aştiyê de destek ji Efrînê re hate dayin

Çalakiyên Aştiyê yên Paskalyayê yên Kevneşop, bi meş û mîtîngên li 30 bajarên Elmanyayê duh qediyan. Di mîtîngan de destek ji berxwedana Efrînê re hate dayin.

Çalakiyên Aştiyê yên Paskalyayê yên Kevneşop, bi meş û mîtîngên li 30 bajarên Elmanyayê duh qediyan. Di mîtîngan de destek ji berxwedana Efrînê re hate dayin.

ULM: Aştîxwazên li bajarê Ulm ê Elmanyayê mîtîng kirin, xwestin ku şer bên qedandin û bazirganiya çekan bê qedexekirin. Qisekeran işaret bi şerê li gelek herêmên cîhanê kirin û bi giranî bal kişandin ser Efrînê. Qisekeran nerazîbûn nîşanî bazirganiya çekan û biçekbûnê dan û bi rengekî giran rexne li Elmanyayê û NATO'yê hate kirin. Mîtînga ku ji aliyê hewldana aştiyê ya bi navê Ulm Fridenbewegt ve hate organîzekirin, li navenda bajêr bi desteka gelek saziyên Elman, Tirkiyeyî û Kurdistanî pêk hat.

NURNBERG: Bi sedan kesên ku ji bo Meşa Aştiyê ya Paskalyayê saet 14'an li hev civiyan, ji sê baskan ve ber bi dêra Lorenz ve meşiyan. Kurdistanî jî tevlî çalakiyê bûn. Qisekeran êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin û bi bîr xistin ku beriya dagirkeriya dewleta Tirk nêzî milyonek mirovên ji netewe û olên cuda li Efrînê dijiyan, lê zêdeyî nîvê wan neçar mane koç bikin. Di meşê de ji bo şermezarkirina şerê li Sûriyeyê û şerê li gelek herêmên cîhanê diqewimin belavok hatin belavkirin. Her wiha bi hildana pankartan, dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin.

FRANKFURT: Di meşa Frankfurtê de jî çalakger ji bo balê bikişînin ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê kiriye, maketa panzereke mezin çêkirin. Zêdeyî 5 hezar aştîxwaz tevlî meşê bûn û êrîşên dewleta Tirk ên li Efrînê şermezar kirin. Çalakgeran bla kişandin ser bêdengiya cîhanê ya li pêşberî dagirkirina Efrînê û ji bo balê bikişînin ser vê yekê, pankartên ji sê meymûnan hildan. Girseya gel ji çar aliyan ve ber bi meydana Romerê ya li navenda bajarê Frankfurtê meşiya. Di mîtînga piştî meşê de nûnerê Yekîtiya Sendîkayên Elman (DGB) Philipp Jacks axivî û bi zimanekî tund Yekîtiya Ewropa rexne kir ku hevkariyê bi desthilatdariya Erdogan re dike. Jacks got, "Xwerêveberiya Kurdan a li Efrînê bi tankên Elman hate hilweşandin. Divê çek ji Tirkiyeya Erdogan re neyê dayin." Jacks di dawiya axaftina xwe de dirûşma "Azadî ji Efrînê re" qîriya.

STUTTGART: Li bajarê Stuttgartê, nobeda ji bo Efrînê 73 roj in dewam dike. Aktîvîstên MLPD'ê nobed dewr girtin û belavokên bi sernivîsa "Pêşî li Erdogan bigirin, Efrînê biparêzin" belav kirin. Hunermend Lukas Weissert û koma wî jî tevlî çalakiya duh bû.