Di mîhrîcanê de daxwaza bila PKK ji lîsteya terorê derkeve

Di mîhrîcanê de daxwaza bila PKK ji lîsteya terorê derkeve

Di mîhrîcana Çand Kurd a Navneteweyî de ku li rex perava Çemê Rheîn a bajarê Dusseldorf a Elmanyayê pêk hat de hat xwestin ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û pêvajoya çareseriya demokratîk biguhere muzakereyan.

Ji bo 22’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî  ji gelek welatên cuda yên Ewropayê bi dehezaran Kurd li bajarê Dusseldorfê hatin cem hev û mîhrîcanê saet di 12.00’an de bi koroya zarokan destpê kir. Koroya Zarokan stranên xwe yên herî navdar ên Kurdî gotin.

Koroya zaroka ya Dengê Mezopotamya  di 2013’an de ava kirin û zarok hemû estrumanên xwe bi xwe lê didin. Kom sala buhrî bi 70 kesî derket konserê û îsal jî bi 140 kesî li Saarbruckenê konser dabû. Ev konser bi zimanê Ermenî, Kurdî, Tirkî, Lazî û Çerkezî pêk hatibû. Mamosteyê komê Hasan Huseyîn Talas gotibû armanca wan ev e ku tevlî Newroza Amedê bibin.

Axaftina vekirinê jî hevseroka NAV-DEM’ê Yuksel Koç kir.

BILA PKK JI LÎSTEYÊ DERKEVE

Koç bang li gelê Kurd kir ku bi gelê Şengalê re bikeve piştevaniyê û got: “Bila her kes bizane ku gelê Kurd dest ji statuya xwe bernade.Têkoşîna gelê Kurd ji çareseriyê re pêşengiyê dike. Ev têkoşîn a hemû gelên Rojhilata Navîn e.

Koç diyar kir ku bi taybet piştî berxwedana Şengal û Mexmûrê hat nîqaşkirin ku PKK divê ji lîsteya terorê bê derxistin û got: “Ev biryarên ku di encama berjewendiyên siyasî û bêmaf hatiye girtin de hemû Kurdan krîmînalîze dike û li pêş pêvajoya siyasî blokajê ava dike. Em bang li YE û DYA’yê dikin ku PKK’ê ji lîsteyê derxin .”

LI QADA MÎHRÎCANÊ AKTÎVÎTEYÊN CUDA

Kon û standên li qada mîhrîcanê hatine vekirin balê dikişînin. Di konan de hunera dengbêjiyê tê zindîkirin û hema li rex kon jî kaniyek bi navê ‘Kaniya Yado’ hatiye avakirin. Yenî Ozgur Polîtîkayê starta kampanyaya abonetiyê da destpêkirin û jinên Kurd jî di standên xwe de motîfên çandî derdixin pêş.

Her wiha standên pirtûkan jî gelek zêde ne û gelek kesê ji welatên din hatibûn bi xizmên xwe re hatin cem hev û li qadê rûniştin.

Organîzasyonê Elewî, Êzidî û Misliman jî di mîhrîcanê de cih digirin û li rex sahneya mezin a biçûk jî ji bo hunermendên herêmî hatiye vekirin. Girseya li ser sahneyê civiya alên PJAK, KJB, YPG û MLKP’ê hildan.

Saet di 12.40’î de hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade derket ser dikê û da zanîn ku têkoşîna azadiya Kurd dê bi ser bikeve û Kemalîzade berxwedana gerîla YPG’ê slav kir.

MEŞA CIWANAN BI DAWÎ BÛ

Piştî Kemalîzade ciwanên ku bi rojan bû dimeşiyan derketin ser dikê. Meşa ku di 7’ê Îlonê de ji Hagenê destpê kiribû îro gihiştin qada mîhrîcanê. Nêzî 100 ciwan tevlî meşê bibûn.