Di mewlûda Şêx Seîd de şehîdên aştiyê jî hatin bibîranîn

Li bajarê Beverwîjkê ji bo Şêx Seîd mewlûd hate dayîn. Di mewlûdê komkujiya Enqereyê jî hate şermezarkirin.

Li bajarê Beverwîjk ê Hollanda, Komîteya CIK û HDP’ê ji bo bîranîna Şêx Seîd mewlûd dan. Di mewlûdê de Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Altan Tan, Hafiz Tûrhalli, ji Komîteya Hilbijartinê ya Bruksel a HDP’ê, namzeta dema bihurî ya HDP’ê, Bîrcan Dûman axivîn. Aktîvîteya 500 kes tevlî bibûn, tevlîbûnek zêde ya Aksarayiyan jî hebû.

JI BO ŞEHÎDÊN AŞTIYÊ DÛA

Axaftina vekirinê ji komîteya amadekar Emîne Aslan Acar û Remzî Îlan hat kirin, komkujiya Enqereyê şermezar kirin, diyar kirin ku wê di heman demê de dûa ji bo şehîdên aştiyê jî bên kirin.

Tûrhalli jî nêzîkatiyên derdorên serwer ên li hember Kurdan rexne kir û wiha axivî: “Desthilatî tevlî olê kirin û li hember olê, oleke din ava kirin.”

Di aktîvîteyê de Quran hate xwendin û hate destnîşankirin ku DAIŞ û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ol berevajî kirine.

BANGA DENGDAYINÊ

Di aktîvîteya ku Koma Dildaye Îslam îlahî xwendin Bîrcan Dûman axivî û xwest Kurd di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de li Ewropa bi baldar bin. Dûman bang li welatiyên xwe yên Aksarayî kir ku bila dengê xwe bikar bînin.

Piştî der barê Şêx Seîd de sînevîzyon hate temaşekirin, Mele Huseyîn Çolîgîj mewlûda Kurdî xwend.

TAN: RÊYA RIZGARIYÊ TÊKOŞÎN E

Altan Tan di aktîvîteyê de axivî û got ku ji komkujiya Enqereyê AKP’e rasterast berpirsiyar e û banga îstîfayê kir. Tan destnîşan kir ku ji bo karibin ji trajediyên Rojhilata Navîn xilas bibin, rêya rizgariyê ji têkoşîna hevpar derbas dibe.