Di meşa Paskalyayê de ya li Bonnê xwedî li Efrînê hate derketin
Kurdên ku tevlî meşa Ostermarş-Aştiyê ya li Bonnê bûn, ji bo Efrînê banga bihîstyariyê kirin.
Kurdên ku tevlî meşa Ostermarş-Aştiyê ya li Bonnê bûn, ji bo Efrînê banga bihîstyariyê kirin.
Kurd tevlî meşa Ostermarş-Aştî ya li bajarê Bonnê ya Elmanyayê bûn û berxwedana Efrînê silav kirin.
Kurdistanî bi organîzekirina NCDK a Bonnê û PYD-Bonnê tevlî meşê bûn.
Li ser Pira Kenedy ya ku her du aliyê bajarê Bonnê digihîne hev ji bo kesên ku di şerê cîhanê yê 2’emîn de jiyana xwe ji dest dabûn, girseyê qerenfîl avêtin Çemê Renê. Piştre jî bi pankartên ‘Aştiyê’ meş hate lidarxistin. Kurdistanî jî tevlî vê meşê bûn û di meşê de alayên PYD, YPG, YPJ’ê hildan û sloganên ‘Bijî berxwedana Efrînê’ û ‘Her der Efrîn e, her der berxwedan e’ berz kirin.
‘DEWLET BÛN YEK Û ÊRÎŞÎ KURDAN KIRIN’
Hevserokê Meclîsa Gel ê Bonnê li pêşiya Nûneriya Yekîtiya Ewrûpayê ya Bonnê axivî û got ku, “Di serî de Elmanya bi piştgiriya gelek dewletên cîhanê êrîş li Efrînê hate kirin û bi sedan kesên sivîl li vê derê hatin qetilkirin. Bi sed hezaran kesan ji neçarî ji warên xwe koç kirin. Bi çekên Elmanyayê qetlîam hatin kirin û Elmanya jî bûyer şirîkê şer ê Erdogan.”
Kesên bihistyar diyar kirin ku ew bi gelê Efrînê re ne û ew ê hevgirtina xwe bidomînin.
Li qadê stranên li ser aştiyê yên bi zimanên cihê hatin strandin û sloganên li dijî şer hatin berz kirin.