Di merasîma mezûniyetê ya li Qibrisê de Qesr hat şermezarkirin
Xwendekarên Kurd ên li Qibrisê dixwînin, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, şermezar kirin.
Xwendekarên Kurd ên li Qibrisê dixwînin, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, şermezar kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Dogû Akdenîz a li Qibrisê, di merasîma mezûniyetê de êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê şermezar kirin.
Xwendekaran nerazîbûn nîşanî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê tên kirin û pankarta bi nivîsa "Em ê wan bajarên te xera kir û şewitand, ji nû ve ava bikin" vekirin. Di merasîmê de berxwedan hat silavkirin. Malbatan jî ji bo xwendekaran li çepikan dan.