Di meha Tîrmehê de 18 jin hatin qetilkirin
Di meha Tîrmehê de 18 jin hatin qetilkirin
Di meha Tîrmehê de 18 jin hatin qetilkirin
"Platforma em ê cinayetên jinan rawestînin" da xuyakirin ku di meha Tîrmehê de 18 jin hatine qetilkirin. Platformê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku qatilên jinan nehatine dîtin.
Li gorî daxuyaniya platformê, di meha Tîrmehê de di nav de ku 2 jinên trans jî hene 18 jin hatine qetilkirin. Di meha Tîrmehê de ligel qetilkirina jinan êrîşên wek tacîz û tecawizan jî li dijî jinan pêk hatine. Di qetilkirinên jinan de ligel ku kesên qatil nehatin tespîtkirin, pêwendiya di navbera qatilên hatin girtin û jinên hatin qetilkirin de derneket holê. Polîs sedema ji sedî 39’ê wan qetilkirinan, tespit nekir. Jin herî zêde ku ji ber hevduberdanê tên qetilkirin, di meha Tîrmehê de jî ev rewş neguherî.
Jin ji sedî 27.7 ji aliyê hevserên xwe ve, ji sedî 16.7 ji aliyê hevserên xwe yên kevin ve, ji sedî 11.11 ji aliyê kesên nas dikin ve, ji sedî 5.55 ji aliyê kurên xwe ve û ji sedî 5.55 jî ji aliyê kesên nas nakin ve hatin qetilkirin. Ji jinên ku di meha Tîrmehê de hatin qetilkirin ji sedî 5.55 wek mirina biguman hat qeydkirin.
Di sê mehên destpêkê yên sala 2013’an de 47, di Nîsanê de 27, di Gulanê de 16, di Hezîranê de jî 16 jin hatin qetilkirin.