Di meha Remezanê de êrîşên li Iraqê zêde bûn
Di meha Remezanê de êrîşên li Iraqê zêde bûn
Di meha Remezanê de êrîşên li Iraqê zêde bûn
Li paytexta Iraq Bexdayê, di êrîşên li dijî du girtîgehan de 41 leşker û polîs hatin kuştin. Li Mûsil û Kerkukê jî 5 pêşmerge, 22 leşker bi giştî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li dijî girtîgeha li Tacî ya 20 km li bakurê Bexdayê ye û li hemberî girtîgeha Ebû Garîb a li rojavayê paytext Bexdayê ye, di encama êrîşên çekdarî de li gorî daneyên AFP'ê ji çavkaniyên polîs û nexweşxaneyan girtiye, 42 leşker û polîs mirin. Hat îdîa kirin ku êrîşkar ne gihaştine armanca xwe.
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkukê jî di encama êrîşeke bombeyî ya li dijî konvoya leşkerên artêşa Iraqê de li gorî agahiyan herî kêm 22 leşker û 3 kesên di rê de derbas bûn, jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Kerkukê jî ji ber gulereşandinê 5 pêşmergeyên sînor diparastin, jiyana xwe ji dest dan.
Roja Şemiyê jî di rêze-êrîşên li dijî navendên bazarê yên piraniya şêniyên wê Şîa bûn, herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dan, 190 kes birîndar bûn.
Dîsa roja Înê, li bajarê Bakûba yê eyaleta Diyalayê jî, di dema nimêja Înê ya li mizgefteke Sunniyan de êrîşeke xwekuştinê rû da û di encamê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, 40 kes birîndar bûn.
Li Iraqê ji destpêka sala 2013'an û pê ve bûyerên dijwariyê dîsa zêde bûn. Di meha Remezanê de jî bûyerên dijwariyê nesekinîn. Hejmara mirovên bi tenê di meha Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, 600 derbas kir. Ji destpêka salê û vir ve jî tê gotin zêdeyî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.