Di kongreya NCDK a Sûssexê de banga xwedîderketina li berxwedanê hat kirin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Sûssexê, kongreya xwe ya asayî lidar xist. Di kongreyê de banga xwedîderketina li berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat kirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Sûssexê, kongreya xwe ya asayî lidar xist. Di kongreyê de banga xwedîderketina li berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat kirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Sûssexê ya li bajarê Îngilîstan Brîghtonê, 5. kongreya xwe ya asayî lidar xist.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, beşdarên kongreyê rewşa siyasî ya li Kurdistanê nirxandin. Beşdaran diyar kirin, Bi Şoreşa Rojava û destketiyên gelê Kurd ve Tevgera Azadiyê ya Kurd li Rojhilata Navîn veguheriye aktorekî xurt û destnîşan kirin, ku êdî hatiye fêmkirin bêyî Kurdan aştî û aramî nayê herêmê. Di axaftinan de her wiha hat gotin AKP bi polîtîkayên qirkirinê ve dixwaze îradeya gelê Kurd binpê bike û li hember van êrîşan jî li Bakurê Kurdistanê berxwedanêk mezin tê meşandin. Hat destnîşankirin, ku divê her kes xwedî li vê berxwedanê derkeve.
RÊVEBERIYA NÛ HAT HILBIJARTIN
Di kongreyê de raporên li ser xebatên salekê hatin xwendin û nirxandin. Piştre rêveberiya nû ya NCDK a ji 11 kesan hat hilbijartin.