Di Kongreya Ecosy de biryara piştgiriya Kurdan
Di Kongreya Ecosy de biryara piştgiriya Kurdan
Di Kongreya Ecosy de biryara piştgiriya Kurdan
Rêxistina Ciwanên Sosyalîst yên Ewropayê li herêma Bommersvîk ya Swêdê di 7-10’ê Adarê de 11’mîn Kongreya xwe li darxistin û biryara piştvaniya bi Gelê Kurd re dan.
Daxuyaniya ku bi ser nivîsa “Di derbarê Kurdistanê de Biryar” ji raya giştî re aşkera kirin û hat diyarkirin ku, ji sed salan vir ve gelê Kurd li welatên Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê di bin pêkûtiyan de jiyan dikin, di roja me de jî ev pêkûtî li gorî welatan cûda berdewam dike, her wiha mafên bingehîn yên mirovî, polîtîk û kolektîf yên Kurdan tên înkar kirin.
Di daxuyaniyê de balkê dikişîne ser ku, li ser sedê 20’ê Kurdên li Tirkiyeyê pêkûtî tên meşandin, di nav de zarok, kal, rojnamevan û siyasetmedar jî heyî 10 hezar Kurd bi zagonên keyfî yên terorê û makezagona mafê kêmenetewan binpê dike li girtîgehan tên girtin.
Tê diyarkirin ku, ji 2.5 milyon Kurdên li Sûriyê jiyan dikin mafê hemwelatiyê bi sedhezaran nîne û Kurd rastî polîtîkayekî asîmîlasyonê tê.
Hate aşkera kirin ku, li Îranê rojnamevanên Kurd yên rejimê rexne dikin û fikrê xwe tînin ziman têne darvekirin, ji bo Kurdên li Îranê xebatên siyasî didin meşandin lîsteya mirinê amadekirine, Kurdên ku bi “dijminahiya xwedê” û ewlekariya welat xistina xeteriyê tên sûcarkirin, li dadgehan bi awayek adil nayêne darezandin.
Di biryara ku têde tê gotin, li Îran, Tirkiye û Sûriyeyê mafê Kurdan yê perwerdeya bi zimanê dayîkê tuneye, li hemberî pêşketinên çandî dibin asteng, bang li welatên mijara gotinê hate kirin ku, mafê bingehîn yên polîtîk, civakî, aborî û çandî Kurdan bixin bin ewlekariyê û tedbîrên pêwîst bigirin. Hate destnîşan kirin ku, Ecosy piştgiriyê dide ku Gelê Kurd xwe bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.
Rêxistina Ciwanên Sosyalîst yên Ewropayê (Ecosy) ji 47 welatan, 63 rêxistinên ciwanên sosyalîst û sosyal demokratan cihê xwe têde digirin.