Di kongreya ACTÎT de polîtîkaya şer a AKP'ê hat şermezarkirin
ACTÎT a ser bi AvEG-Kon'ê, kombûna xwe ya 27. a Civata Giştî pêk anî. Di kongreyê de polîtîkaya şer a AKP'ê hat şermezarkirin.
ACTÎT a ser bi AvEG-Kon'ê, kombûna xwe ya 27. a Civata Giştî pêk anî. Di kongreyê de polîtîkaya şer a AKP'ê hat şermezarkirin.
Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber ên Tirkiyeyî li Fransayê (ACTÎT) a ser bi Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon), kombûna xwe ya 27. a Civata Giştî pêk anî.
Kongre, di şexsê Muslum Akyol û Mehmet Beşgen de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû cangoriyên şoreşê û têkoşîna sosyalîzmê, destpê kir.
'ERDOGAN BIRYARA ŞER DA'
Piştî hilbijartinê dîwanê û axaftina li ser navê desteya rêveber a serdema 26., Hevseroka AvEG-Kon'ê Şafa Arabaci mafê axaftinê kir. Arabaci hilbijartinên 7'ê Hezîranê nirxand û got, "Li Fransa, Elmanya, Belçîka, Swîsre, Hollanda û Îngilîstanê li her cihê em lê bi rêxistin in, me bi awayekî aktîf cihê xwe di nava komîsyonan de girtin. Şoreşger, jin, ciwan, hawirdorparêz, Elewî, Kurd, Tirk, Ermenî me hemûyan dest dan hev û me dizanîbû ku ti hêz nikare li hemberî me bisekine." Arabaci anî ziman ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan şerxwazî kiriye û biryara şer daye.
Arabaci bal kişand ser polîtîkayên qetlîamker ên çeteyên DAIŞ'ê û da zanîn, ku Erdogan biryara xwe ya şer li Pirsûsê bi qetilkirina ciwanên SGDF'yî daye.
Arabaci di dewama axaftina xwe de ragihand ku ew ê li dijî her şêwe pêkanînên nîjadperest û li derveyî mirovahiyê yên li hemberî koçberan derkevin û got, "Em ê polîtîkayên şer ên emperyalîstan ji nedîtî ve neyên.
Li dû xwendina raporan hat ragihandin, ku wê bi armanca piştgirîdayîna SGDF'ê, di 24'ê Cotmehê de çalakiyek bê lidarxistin.