Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê ya bi sernavê "Tirkiye, Kurd û şerê li Rojhilata Navîn: Li Tirkiyeyê demokrasî hat pûçkirin, DAIŞ û krîza li Rojhilata Navîn" ku duh dest pê kir, dewam dike. Di rûniştina rûniştina îro ya konferansê de sernavê "Guhertina rejîmê û paqijkirina demokrasiya li Tirkiyeyê" hat nîqaşkirin.
Rûniştina ji aliyê endama Parlamenta Ewropayê Chrîstîne Vergîat û Dersîm Dagdevîren ve hate birêvebirin. Rojnamevan Cengîz Çandar, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr, Rojnamevan Devrîm Arslan, ji Sendîka UNÎTE Berpirsyarê Karên Derve Sîmons Dûbbîns û Serokê Federasyona Komeleyên FÎDH'ê Dîmîtrîs Chrîstopoûlos axivîn.
ÇANDAR: HETA ERDOGAN NEÇE, TIŞTEK ÇARESER NABE
Rojnamevan Çandar da xuyakirin, ku ew piştgiriyê dide biryara Parlamenta Ewropayê ya têkildarî Tirkiyeyê û got, "Ji ber ku niha li binê vê sîwanê me, kêfxweş im." Çandar diyar kir, gelek bîranînên Selahattîn Demîrtaş û Ahmet Turk li van korîdoran hene û anî ziman, ew piştgiriyê dide parlamenterên HDP'ê.
Çandar axaftina bi telefonê ya Mehmet Tûnç a di konferansa par de bibîr xist û got, "Mixabin ji binê keviran cesedê Mehmet Tûnç derket. Her wiha gelek mirov hatin kuştin, parlamenterên HDP'ê hating irtin. Li Tirkiyeyê di nava salekê de gelek tişt guherîn."
Çandar da zanîn, Tirkiyeyê li dijî Kurdan şer daye destpêkirin û wiha dewam kir: "Rewşa Kurdên li Rojava û Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ye. Piştî ku DAIŞ ji Rojava hate paqijkirin, Tirkiyeyê di Tîrmeha 2015'an de li dijî Bakurê Iraqê dest bi operasyonê kir û dest bi şewitandina bajaran kir. Ji ber heman sedemê êrîşî Sûriye û Rojava kir. Hewldanêna stengkirina korîdora Kurd a li Rojava jî bi vê ve girêdayî ye."
Cengîz Çandar destnîşan kir, ku divê rejîma Erdogan ji desthilatdariyê bê xistin û got, "Li Tirkiyeyê, dijberiya li Kurdan, demokrasiyê û Ewropayê bi hev ve girêdayî ne. Heta ku ev dijberî ji holê neyê rakirin, ne pirsgirêka Kurd çareser dibe, ne jî demokrasî tê. Heta ku Recep Tayyîp Erdogan neçe, ti, pirsgirêk çareser nabe."
ARSLAN: TIRKIYE JI BO SÛCÊN XWE BINIXUMÎNE ÊRÎŞÎ MEDYAYÊ DIKE
Rojnamevan Devrîm Arslan bi sernavê "Li Tirkiyeyê azadiya ramanê û rewşa medya Kurd" pêşkêşiyek kir û bibîr xist, ku azadiya ramanê bingeha demokrasiyê ye. Arslan got, "Piştî darbeyê, zext li ser çapemeniya alternatîf hate kirin. Qenala zarokan jî di nav de gelek qenalên televîzyonê hatin girtin. 11 qenalên radyoyê hatin bêdengkirin. Ev tenê çend mînak in. Îro 128 rojnamevan girtî ne. Tirkiye namzet e ji bo endametiya Yekîtiya Ewropa, lê gelekî dûrî vêy e. Ji aliyê azadiya çapemeniyê ve Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 156. de ye. Medya Kurd di hedefê de ye. Li gorî agahiyên li ber destê me, li Tirkiyeyê 3 hezar rojnamevan bêkar in. Wekî din rojnamevanên biyanî jî li Tiriyeyê naxebitin. Tirkiye dixwaze ya li nava xwe dike, li Ewropayê jî bike. Mînak, qenalên televîzyonê Newroz û Med Nûçe girt. Tevî ku van her du qenalan di dadgehê de qezenç kirine jî, destûr ji wan re nayê dayîn ku weşanê bikin."
Arslan got, "Eger rojname û ajansên weke Ozgur Gundem, Cûmhûriyet, DÎHA nebûna, me yê komkujiyên li Kurdistanê, qemyonên MÎT'ê yên bi çekan dagirtî, nebihîsta" û diyar kir, dewleta Tirk ji bo sûcên wê neyên eşkerekirin, bi ser medyayê ve diçe.
DÛBBÎNS: KURD NIRXÊN MIROVAHIYÊ DIPARÊZIN
Berpirsyarê Karên Derve yê UNÎTE Dûbbîns ku par ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parlamenta Îngilîstanê kampanyayek da destpêkirin, da xuyakirin ku tevgera Kurd ji aliyê mafên mirovan û mafê jinê ve li herêmê gelekî li pêş e û got, "Ev yek ji bo me nirxên hevpar e. Weke mirovên xwedî heman nirxan, lazim e em piştgiriya hev bikin."
Dûbbîns bal kişand ser komkujiyên li bajarên Kurdan hatin kirin û got, "Weke mirovekî ku herêmên xetere yên cîhanê yên weke Fîlîstîn û Kolombiyayê dîtiye, dema min navçeya Sûr a Amedê dît, tirs û xofeke mezin kete dilê min."
'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'
Dûbbîns işaret bi girîngiya azadiya Ocalan jî kir û got, "Lîderê bi mîlyonan Kurdan e. Lazim e azad bibe. Eger li Tirkiyeyê wê pirsgirêka Kurd çareser bibe, para Ocalan a di vê de ne cihê nîqaşê ye. Ji bo aştiyê, divê Abdullah Ocalan serbest were berdan. Li herêmên weke Îrlanda, Kolombiya û Afrîka Başûr, sendîkaya me di hevdîtinên aştiyê de cih girt. Tecrûbeyên me hene. Em dixwazin van bi kar bînin. Gelek pirtûkên Ocalan hene. Yên nexwendibin hebin, pêşniyar li wan dikim ku bixwînin. Di asteke bilind de entelektûel e. Wekî din, weke tevger bi rexnedayînê tevdigere. Ev gelekî girîng in."
DÎCLE: ERDOGAN MASEYA AŞTIYÊ QELIBAND
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî bal kişand ser pêvajoyên aştiyê yên salên 1993 û 2013'an ên ji aliyê Ocalan ve hatin destpêkirin û got, "Ez bi xwe jî tevlî bûm. Li ser daxwaza dewletê, lîderê PKK'ê Ocalan agirbest ragihand. Hê em ji Şamê negihîştibûn Enqereyê, Tûrgût Ozal wefat kir. Piştre malbata wî jî di nav de gelek derdoran gotin, ew ji aliyê hêzek li nava dewletê hatiye kuştin. Piştre pêvajoyeke bi xwîn dest pê kir."
Dîcle işaret bi pêvajoya 2013'an kir û anî ziman, ku di encama danûstandinan de rêveberên PKK'ê amadekariya kongreyê dikirin, mutabaqat hate amadekirin û parvekirin, lê belê Erdogan di 5'ê Nîsana 2015'an de maseya muzakereyê qeliband û tevî DAIŞ'ê li dijî Kurdan dest bi şer kir.
Dîcle da xuyakirin, Erdogan dixwaze dîktatoriya xwe mayînde bike û got, "Mîna Hîtler dike qareqar." Dîcle destnîşan kir, ku Erdogan gefek li aştiya Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ye.
Hatîp Dîcle bang li Ewropayê jî kir, ku ji bo aştiyê PKK'ê ji nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' derxîne.
Serokê Federasyona Komeleyên FÎDH'ê Chrîstopoûlos jî bibîr xist, ku ew çûye Tirkiyeyê û got, "Li Tirkiyeyê şîdeta dewletê, binpêkirina mafên mirovan û şîdeta li jinê dewam dike." Chrîstopoûlos di mijara penaberan re rexne li Ewropayê kir û xwest, bi dudilî tevnegerin.
BAYDEMÎR: MAFÊ MECLÎSÊ YÊ KURDAN MAYÎNDE YE
Parlamenterê HDP'ê Baydemîr jî got, "Li Tirkiyeyê du rê hene: Ya ew Meclîs wê bibe Meclîsa Kurdan jî, yan jî mafê Meclîsê yê Kurdan mayînde ye. Ya dewlet wê bibe dewleta Kurdan jî, ya jî wê lêgerîna Kurdan dewam bike."