Di Konferansa Brukselê de gel û daxwaz hatin cem hev

Di Konferansa Brukselê de gel û daxwaz hatin cem hev

Di beşa duyemîn ya Konferansa Demokrasî û Aştiyê ya li Brukselê pêk de di bin sernavê ‘Kurd û Tirkên li Ewropayê dijîn Tirkiyeyek çawa dixwazin? Nîqaş meşandin û pêşniyar kirin.

Di beşa duyemîn ya konferansê ya ji nîvro şûn de pirsgirêk û pêşniyarên çarseriyê yên bo nasnameyên bawerî û etnîkê hatin dest girtin.

ELEWÎ: Ji Konfederasyona Yekineyên Elewiyên Ewropayê (AABK) Îsmaîl Can pêşanda destpêkê kir û li ser pirsgirêk û pêşniyarên nasnameyên baweriyan sekin. Can da zanîn ku hemû aliyê civakê ji bo azadiya xwe di konferansê de hatine cm hev. Can piştre li ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî baweriyan sekinî û da zanîn ku li Tirkiyeyê hejmara mizgeftan serî kesî ji dibistan û ocaxên tendurisiyê du- sê kat zêde ye.  Can got divê dewlet li dijî baweriyên cuda dawî li asîmîlasyonê bîne û got: “Divê komkujiyên Mereş, Swês, Dêrsîm û Elewiyan bê ronîkirin. Divê arşîvên der barê komkujiyan de bê ronîkirin.

ASURÎ-SURYANÎ: Ji Federasyona Almanya û Ewropaya navîn a Asûr-Suryaniyan Sabo Akgul di heman mijaran de pêşanden kir û komkujiyÊn ermenî, suryanî û asuriyan şermezar ki. Her wiha pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin jî slav kir.  Akgul got dewleta tirk ji roja ku hatiye avakirin heta niha li ser civaka kurd, ermenî, Asurî-sûryanî komkujî pêk anîn e û ji ser axa wan surgunkirine.

YÊN HATINE SIRGUNKIRIN: Li sr navê Platforma Surgunên Ewropayê, Metîn Ayçiçeği sedema surgunan, pirsgirêkên ku jiyane û projeya vegerê pêşandanek kir. Ayçiçeği balkişand ser xalên Netewên Yekbûyî û got surgunî ji ber sedemên siyasî, civakî, bawerî û şer pêk tên û ji ber vê gel welatên xwe terk dikin. Ayçiçeği got divê hemû astengiyên qanûnî yên li pêş vegera kesên surgunkirî bê rakirin û kesên hatine sûrgunkirin mafê wan yê ziman bê dayîn.

PENABER: Li ser navê Konfederasyona Penaberên Bindest yên Ewropayê (AvEG-Kon) Bakî Selçuk pirsgirêkên karkerên penaber yên di bin zeta dewleta tirk de pêşandanek kir. Sedema koçberiyê ya welatiyan yek aborî ya din jî polîtîke.

JIN: Li ser navê Tevgera Jinan a Ewropayê Dîren Polat jî pirsgirêkên jian û ciwanan yên ji ber penaberiyê pêk tên vegot.  Polat balkişand ser pêvajoya koledariya jinan û wendakirina jinan wendakirina bawerî û mafan e.