NÛ BÛ II

Di komîsyonê de AKP’î hewl didin Balûken lînç bikin

Dema nîqaşên destnedayinan de AKP’iyan ji Wekîla HDP’ê Ayşe Acar Başaran re gotin “Em ê li te bidin” û êrîşî wekîlên HDP’ê kirin. AKP’iyan, Balûken xistin erdê û hewl dan lînç bikin.

Parlamenterên AKP’ê di civîna Komîsyona Destûra Bingehîn de êrîşî wekîlên HDP’î kirin.

Wekîlên AKP’ê ku 11 burokrat anîn civînê û bi hejmarek zêde tevlî bûn, destpêkê ji Wekîl Ayşe Acar Başaran re gotin: “Em ê li te bidin.”

Piştre jî AKP’iyan êrîşî wekîlên HDP’ê kirin. AKP’iyên ku Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken xistin erdê, demek dirêj li erdê pehîn lê dan. Li hember vê êrîşa lîncê ya AKP’iyan, parlamenterên HDP’ê  bi gotina “Qatilino” nerazîbûn nîşan dan.

AKP’î her wiha ji ber wekîlê CHP’î ji perîscopeyê weşan dikir jî gotinên nebaş jê re kirin.

Li “Meclîsê” alozî didome.

Ji ber demek dirêj di komîsyonê de alozî dewam kir, Serokê Komîsyonê Şentop heta saet 18:00’an navber da civînê . Wekîlên HDP’î ji salonê veqetiyan.