Di kîsikê cenaze de cenazeyê gerîlayê HPG’ê Aykûl dan malbatê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Aykûl ê ku li Hatayê şehîd bûbû, piştî çar mehan di kîskê cenaze de teslîmî malbatê hate kirin. Camiyê tabût, şaredariyê jî wesayît neda.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Aykûl ê ku li Hatayê şehîd bûbû, piştî çar mehan di kîskê cenaze de teslîmî malbatê hate kirin. Camiyê tabût, şaredariyê jî wesayît neda.
Li Çiyayên Amanosê ya Hassaya Hatayê di 22’ê Tebaxa 2020’an de di êrîşa SÎHA’yan de gerîlayê HPG’ê Serhat Aykûl (Cîger Amed) şehîd bûbû. Ji ber ku cenaze parçe bûbû, malbatê nikaribû cenaze teşxîs bike. Malbatê ji bo testa DNA’yê nimûneya xwînê dabû Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Piştî çar mehan encama DNA’yê eşkere bû û malbat ji bo wergirtina cenaze çû Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.
Malbat ji bo ku cenaze bibe Merdînê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê û ji Şaredariya Edeneyê tabût û cenaze xwest, lê daxwaza malbatê bi cih nehat. Malbat çûn camiyan tabût xwestin lê ji wir jî bersiveke erênî nestendin. Malbatê nekarî tabût û cenazeyê bi dest bixe û cenazeyê zarokê xwe xistin kîsikê cenaze.
Ji ber ku di rapora mirinê de nimreya protokolê şaş hatibû nivîsandin, malbat demeke dirêj li ber morgê ma, malbatê piştre cenaze xistin bagaja erebeyê û vegeriyan Mêrdînê.
Malbatê diyar kir ku wê cenaze li Goristana Tirba Siltan Şêxmûs veşêrin.