Di jeopolîtîka nû ya cîhanê de pirsa Kurd

Di jeopolîtîka nû ya cîhanê de pirsa Kurd

Li paytextê Rûsyayê Moskowa li Enstîtuya  Akademiya Zanista Rojhilat beşê Kurdoloji bi mijara di jeopolitîka nû ya cîhanê de pirsa Kurd civînek hat li darxistin. Akademisyenan diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de rola Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng e.

Li Moskowayê bi pêşengiya Beşê Kurdoloji a Enstîtuya Akademiya Zanista Rojhilat bi mijara jeopolitîka nû ya cîhanê de pirsa Kurd civînek li darxist. Di civîna ku di demjimêr 11:30’an de li Enstîtuya  Akademiya Zanista Rojhilat beşê Kurdoloji hat lidarxistin de li gel Seroka Enstîtuya Zanista Rojhilat ya Beşê Kurdolojî Jîgalîna Olga Îvanovna, Vadîm Makarenko isporê Rojhilata Navîn û analîstvanê zanyarê siyasî yê Rojhilata Navîn, Xaşevî Bebekir Berpirsê PDK’ê, Vertayev Kîrîl Xebatkarê Enstîtuya Zanista Rojhilat, Mîhrabî Şamoyev Serokê Yekîtiya Navnetewî ya Saziyên Kurd, Gilazova Anna Seroka Beşa Enstîtuya Llêkolînin Strateji a Rûsyayê, Prof. Sitanîslav Îvanov zanyarê Enstîtuya Aboriya Cîhanê û Tekîliyê Navnetewî yê Akademiya Rusyayê, Cemal Denîz Berdevkê Kongra Netewî a Kurditan (KNK) yê Rûsyayê û Jenya Zibayov Rewşenbira Kurd gelek pispor û akademîsyen beşdarbûn.

Axaftina vekirina civînînê ji hêla Seroka Enstîtuya Zanista Rojhilat ya Beşê Kurdolojî Jîgalîna Olga Îvanovna ve hat kirin. Îvanovna di axaftina xwe de da diyar kirin ku, ji ber tekîliyê dinavber Kurd û Tirkan da zextên dewletên cînar li ser Kurda zêdetir dibe û got:  “Ji ber têkîliyên di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê her diçe baştir dibe nêzîkatiyê dewletên Kurdistan dagirkirine bitaybet yê Irak û Îran li hember Kurda hişktir dibe.” Di dirêjiya axaftina xwe de Îvanovna da diyarkirin ku, êdî Kurd ne Kurdê berêye. Îvanovna axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê Kurd êdî ne Kurdê berêne ku serî li berwan bitewînin. Ji ber ku êdî Kurd jî di qada navnetewî de û di siyaseta cîhanê de hêdî hêdî dibin xwedî sitatû ev gefxwarinê dewletên dagirker valane.”

TIRK POLÎTÎKAYÊ DU ALÎ DIDIN MEŞANDIN

Li ser pirsa Kurd li Bakûrê Kuristanê berdevkê PDK’ê yê berê Xaşevî Bebekir nirxandinek kir. Bebekir diyar ku hikûmeta Tirk di hevdîtinên bi Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re didin meşandin de ne zalale û got: “Pirsgirâka Kurd her diçe li rojhilatanavîn û di cîhanê de pêşdikeve. Hem li Rojava hem jî li Bakûrê Kurdistanê Tirkiye bi PKK’ê re hevdîtina dike. Em hêvîdikin ku ev hevdîtin bigihêjin encamek baş. Lê dewleta Tirk polîtikayek dû alî dide meşîne. Ji milekî ve bi Serokê Kurda re hevdîtina dike ji milê din ve operasyonê leşkerî berdewam dike. Pêwîste dewleta Tirk jî gavên aşitiyane bavêje.” Bebekir di dawiya axaftina xwe de li ser sînorê di navbera Rojava, Bakûr û Başûrê Kurdistanê nerînê xwe anî ser ziman û got; Sînorê di nav Kurda de êdî bê wateyê Bebekir axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Iraqê rewş pir tevliheve. Şerê şiya û sûnî derdikeve. Kurd di vî şerî de naxwazin bibin alî. Sînorê Başûr Kurdistanê her diçe firehtir dibe. Ev sînor li Rojava û Bakûr jî bandora xwe dike. Niha ev sînor ji bo karê aboî tên bikaranîn lê di heman demê de ev tê wê wateyê jî ku sînorê nav Kurda hêdî hêdî radibin.”

XETERIYA DI NAVBERA HEWLÊR Û BEXDA DE

Akademîsyen Vertayev Kîrîl yê Enstîtuya Zanista Rojhilat de erkdare jî axaftine kir. Kîrîl  di axaftina xwe de da diyarkirin ku tekîliyên di navbera hikûmeta navendî ya Bexda û hikûmeta herêma Kurdistanê di dema pêş de wê bi xwe re xeteriya bîne û got: “Pêşketinên li Rojava rû didin pir bilez pêş dikevin. Tekîliyên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê pir bilez pêşdikevin. Bi taybet jî li ser avakirina xeta petrolê her diçe ev têkîlî mezintir dibin. Ev tekîlî bêdestûra hikûmeta merkezî ya Bexda tên çêkirin. Ev yek jî bi xwe re di dema pêş de dibe hin xeteriya bîne. Niha Tirk dixwazin ji herêma Kurdistanê boriya petrolê bikişînin lê ya girîng ewe ku wê Kurdê Bakûr çawa nîzîkî vê boriya petrolê bibin. Gelo wê ji bo wê pirsgirêka derxin an na.”

HEVDÎTIN ÎNKAR KIRIN

Seroka Beşa Enstîtuya Llêkolînin Strateji a Rûsyayê Gilazova Anna li ser hevdîtên di navbera dewleta Tirk û serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan de tên meşandin nerînê xwe wiha anî ser ziman:  “li Bakûrê Kurdistanê di navbara serokê Kurda û hikumeta Tirk de hevdîtin çêdibin. Hikûmeta Erdogan despêkê ev hevdîtin qebûl nekir. Lê piştre qebûl kir. Li her deverê cîhanê hevdîtinên bi vî rengî tên çêkirin. Mînak li Îspanya yê jî despêkê dewletê hevdîtin înkar kir piştre herdû aliya ji hevdîtinan encamek baş bidest xist. Dibe ku ev hevdîtin jî wisa pêşbikevin.”

OCALAN NEXŞEYA RÊ AMADEKIR

Ji beşdarvanên civînê Serokê Yekîtiya Navnetewî ya Saziyên Kurd Mîhrabî Şamoyev li ser şerê Sûrî û hevdîtinên di navera Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de tên meşan de nirxandinek kir. Şamoyev di nirxandina xwe de da diyarkirin ku pêwîste NY ji bo Surî hêzê aşitiyê rêke û got:  “Ji bo pirsgirêka li Sûrî bê çareserkirin pêwîste Netewên Yekbûyî (NY) hêzê aşitiyê rêke heremê. Ji ber ku di vir de ev yek erka NY’ê ye.” Di dirêjiya axaftina xwe de Şomoyev, li ser şertên Abdullah Ocalan yê ji bo çereseriya pirsgirêka Kurd de got; Beriya niha jî Ocalan nexşeya rê amade kiribû û niha jî amade dike. Şamoyev wiha axifî , “Li bakûrê Kurdistanê pêşketinên mezin diqewimin. Di sala derbasbûyî de greva pir mezin ya birçîbûnê a bêdem hat despêkirin. Ev grev bi mudaxeleya Serokê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ve bi dawî bû. Hemû hêzên Kurd yê Bakûrê Kurdistanê wek muxatabê pirsgirêka Kurd birêz Abdullah Ocalan nîşan dikin. Di hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û birêz Ocalan de yek ji şertên Ocalan yê sereke jî azadkirina girtiyê siyasî û amadekirina makezagonek nûye. Her wiha Ocalan beriya niha jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd nexşeya rê amadekiribû. Niha jî nexşeyek ji heşt rûpela pêk tê daye dewleta Tirk. Heya pirsgirêk neyê çareserkirin PKK û Kurd çekê destê xwe danînin.”

DI NAV KURDA DE DU BEŞÎ NÎNE

Li ser gotinên di nav Kurdan de kesên aşitiyê nawazin Berdevkê Kongra Netewî a Kurditan (KNK) yê Rûsyayê Cemal Denîz mafê axaftine girt. Deniz di civînê de wiha axifî:  “Kurd dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêşbikevin. Ji ber vê yekê ji bo pêvajoya hevdîtina têk neçe Kurd pir bibaldarî nêzîkî meselê dibin. Hinek dibêjin di nav Kurdan de aliyek naxwaze çereserî pêş bikeve. Na ev yek ne raste ger Kurda nexwestiba çareserî pêşbikeve dema bûyera Parîsê qewimî wê demê dikarîbûn vê pêvajoyê xirabikin lê Kurda ev yek nekir. Ji ber ku ew bihişiyariyek pir mezin nêzîkî meselêdibin.”

PÊWÎSTE DI ÇERÇOVAYA NIRXANDINÊN OCALAN DE DÎROKA ROJHILATA NAVÎN JI NÛ VE BÊ NIVÎSANDIN

Civîn bi axaftina Pisporê Rojhilata Navîn û analîstê zanyarê siyasî yê Rojhilata Navîn Vadîm Makarenko bi dawî bû. Makarenko di axaftina xwe de da diyarkirin ku, Abdullah Ocalan di parêznameyê xwe de ji bo Rojhilata Navîn tezekî pir objektif derxistiye holê û got: “Pêwîste dîroka Rojhita Navîn bi çavekî nû bênêrîn. Abdullah Ocalan di parêznameyê xwe de ji bo dîroka Kurd û Rojhilata Navîn tezên nu derxistiye holê. Ji ber ku heya niha gelê serdest yê Rojhilata Navîn gelên din înkar dikirin dîroka wan jî baş nedihat famkirin û nedihat zanîn. Dewletên serdest dîroka kevnar ya Rojhilata navîn li gor dîroka xwe nivîsandine. Ji ber vê yekê dîroka gelên qedîm ya Kurda û Yahûdiya jî nedihat nivîsandin. Lê Abdullah Ocalan bi nêrînek pir objektîv dîroka Rojhilata Navîn ji nû ve şîrovedike. Di van şîrovê û tezên Ocalan de  dîroka Kurda û Yahûdiya bi awayekî pir real hatiye nirxandin. Ji ber vê yekê îro kesên li ser vê mijarê lêkolîna dikin parêznameyê Ocalan ji bo wan tezê herî bi hêze.”