Di her du rojên destpêkê de dengê 'NA' li pêş e, lê têrê nake
Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li 6 welatên Ewropayê di 27'ê Adarê de dengdanê dest pê kir. Dengdan wê heta 9'ê Nîsanê dewam bike.
Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li 6 welatên Ewropayê di 27'ê Adarê de dengdanê dest pê kir. Dengdan wê heta 9'ê Nîsanê dewam bike.
Li dijî bloka 'Erê' ya AKP-MHP'ê, lîsteya eniya 'NA' gelekî berfireh e. HDP, CHP, sendîka, saziyên civakî yên sivîl, tevgerên Îslamî, sosyalîst û gelek beşên civakê di nava vê eniyê de cih digirin. Sedema 'NA' ya gelek hêzan ji hev cuda jî be, di dijberiya li rejîma şexsekî û rabûna li ber faşîzmê de digihêjin hev. Li gorî anketên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin kirin, dengê 'NA' li pêşiya 'Erê' ye. Her du aliyan, lez dan xebatên xwe yên li derveyî welat, ku 2 mîlyon 895 hilbijêr hene. Ji 27'ê Adarê û vir ve li Elmanya, Fransa, Belçîka, Swîsre, Awûstûrya, Danîmarkayê dengdanê dest pê kir. Ev dengdan wê heta roja 9'ê Nîsanê bidome.
AKP MIZGEFTAN WEKE NAVENDAN BI KAR TÎNE
Rêjeya dengê li 6 welatên Ewropayê hatine dayin, bi qasî 70 hezar e. Dema ku ev rêje li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdara 2015'an tê nirxandin, gelekî zêde ye. Bi taybetî, di bîlançoya du rojên destpêkê de dengê 'NA' li pêş dixuye. AKP ku ev yek dît, li hin bajarên Elmanyayê dest bi gerandina dek û dolaban kir. Li gorî hin îdîayan, ji bo hilbijêr dengê 'Erê' bidin, pere ji wan re hatiye dayîn. Her wiha tê îdîakirin, li bajarên Strasboûrg û Dusseldorfê, belgeyên vê hîleyê heyne. AKP mizgeftên ser bi diyanetê, konsolosxane û saziyên dewletê yên li Ewropayê, weke buroyê bi kar tîne. Bi taybetî mizgeftên li Elmanyayê ku bi meleyên sîxur ketin rojevê, weke baregehekê tên bikaranîn.
CIHÊN DENG LÊ TÊ DAYIN
Li Elmanyayê, ku 1 mîlyon 410 hezar 248 hezar hilbijêr hene, li van bajaran deng tê dayin: Berlîn, Dusseldorf, Essen, Frankfûrt, Hambûrg, Hannover, Karlsrûhe, Koln, Maînz, Munster, Stûttgart, Dortmûnd, Munchen û Nurnberg.
Li Awûstûryayê 106 mîlyon hilbijêr hene û li konsolosxaneyen Viyana, Bregenz û Salzbûrgê dengê xwe didin.
Li Belçîkayê, ku 132 hezar 688 hilbijêr hene, deng li sindoqên li Bruksel û Anversê tê dayîn.
Li Fransayê, ku 318 hezar û 342 hilbijêr hene, li paytexta Parîs, bajarên Bordeaûx, Lyon, Marsîlya û Nantesê deng tê dayin.
Li Swîsreyê 94 hezar û 32 hilbijêr hene û li Cenevre, Zurîch û Bernê deng tê dayin.
Li Danîmarkayê 33 hezar û 621 hilbijêr hene, li paytext Kopenhagenê deng tê dayîn.
Di nava van 6 welatan de, navenda ku herî zêde heta niha deng lê hatiye dayin, bajarê Essen ê Elmanyayê ye.
Li Norwêcê 1'ê Nîsanê, li Hollandayê 5'ê Nîsanê, li Îngilîstanê 6'ê nîsanê û li Swêdê jî wê ji 8'ê Nîsanê û pê ve deng bê dayin.
'EM HETA 9'Ê NÎSANÊ SEFERBER BIBIN'
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç der barê dengdana li Ewropayê ji ANF'ê re axivî û anî ziman, AKP serî li heman hîleyên xwe yên li Kurdistan û Tirkiyeyê dide û got, "Hemû derfetên dewletê li vê derê jî bi kar tînin. Ji ber vê yekê, divê her kes teqez biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Ji ber ku dengê ji Ewropayê bê, wê di referandûmê de diyarker be. Çawa ku me bi berxwedana mezin pêşwazî li Newrozê kir û pêşî li polîtîkayên AKP'ê girt, pêwîste her dengê me yê di referandûmê de bi vê armancê be. Dengê 'Erê' tê wateya mayîndebûna polîtîkayên AKP'ê li Kurdistanê. Girîng e her kes biçe ser sindoqan û dengê 'NA' bide."
Koç bibîr xist, hê 12 roj hene û got, "Eger em vê demê baş bi kar bînin, em ê encamê jê bigirin. Ji ber ku serê hilbijêrên AKP û MHP'ê tevlîhev e. Eger em baş bixebitin, em ê karibin van mirovan bi rêxistin bikin."
Koç ji bo mûxalîfan, Kurdan û hêzên demokratîk got, "Nedayina dengan xeflet e. Lewma li hemû herêman otobus hatine amadekirin û em hilbijêran dibin ser sindoqan. Eger nikare bi xwe bê, dikare agahiyê bide planatforma NA ya nêzî xwe. Roj ne roja rûniştina li malê ye. Roja hesabpirsînê ye. Sîstema şexsekî û faşîzm bi vî rengî dikarin werin têkbirin."