Di greva birçîbûne ya Innsbruck de provokasyona DAIŞ

Di greva birçîbûne ya Innsbruck de provokasyona DAIŞ

Li bajarê rojavayê Awûstûrya Innsbruck çalakvanên Kurd ên dest bi greva birçîbûnê kirin bi provokasyona çeteyên DAIŞ re rû bi rû hatin.

Li gor agahiyên ji çalakgeran hatin wergirtin, li derdora konê greva birçîbûnê roja Çarşemê hin komên alîgirên çeteyên DAIŞ ên dijminê mirovatiyê geriyan.

Piştî ku Kurdan tedbîrên xwe wergirtin, îro jî hat ragihandin ku wê jinên alîgirên DAIŞ bên qada greva birçîbûnê û provokasyonê bikin. du jin û zilamek heqaret li çalakvanan kirin, piştî çalakvanan agahî dan polîsan kesên mijara gotinê ji qadê hatin dûrxistin.