Di Foruma Sosyalîst de piştevaniya bi Kurdistan û Filistînê re
Di Foruma Sosyalîst de piştevaniya bi Kurdistan û Filistînê re
Di Foruma Sosyalîst de piştevaniya bi Kurdistan û Filistînê re
Foruma Sosyalîst a Stockholmê ku îsal bi mijara 'Piştevaniyê’ pêk hat, piştevaniya bi gelê Şengal û Kobanê ku rastî êrîşa DAIŞ’ê hatin û gelê Gazzeyê re derket pêş.
Ji demokratên sosyal, komunîst, trockîst, anarşîst hemû eliyên çepgir, rêxistinên aştiyê, femînîst, û LGBT’î di Foruma Sosyalîst de hatin cem hev. Her wiha sendîkayên karkeran jî tevlî bûn û pirsgirêkên tevgerên karkerên Swêd û cîhanê pê re rû bi rû ne hatin nîqaşkirin.
Foruma ku dawiya hefteyê di avahiya Navenda Perwerdehiya Karkeran a Stockholmê pêk hat de, bi mijarên weke şîdeta ji ber namûs û toreyê pêk tê û tedbîrên li dijî vê, dijminahiya li dijî biyaniyan û nîjadperestî ya li Ewropa û Swêdê zêde dibe, endamên ku polîtîkayên taşerontî û taybetkirinê rê li ber vedikin, cihên tevgerên berxwedana hunermendan, polîtîkayên weşanê yên çapemeniya azad û burjuvayê jî cih digire bi giştî 126 panel, konferans û civîn pêk hatin.
FÎLMÊ TRAJEDIYA ŞENGALÊ
Rojnamevanê Kurd Khazar Fatemî di panela bi navê ‘Azadiya ramanê ya girtiyan’, rewşa azadiya çapemenî û fikr û ramanê ya li Afganîstan, Sûriye, Îran, Kurdistan û rojnamegerên Kolombiyayê Luîs Perst jî ya Kolombiya û welatên Latîn Amerîkayê girtin dest.
Fatemî diyar kir ku qada xebata wî fîlmçêkerî ye û bi vê armancê jî gelek caran çûye Afganîstan, Suriye û Iraqê û fîlmên xwe nîşan da û got ku ew li ser geşedanên dawî yên Şengal û Kobanê sekiniye.
Fatemî anî ziman ku piştî komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê çûye Başûrê Kurdistanê û bi gerîlayan û Êzîdiyên ku di kampan de diman re hevdîtin kiriye û got: “Pêşmergeyên Kurd DAIŞ nedan sekinandin, a rast hewl nedan. Li şûna wan YPG û PKK hat herêmê. Di nava van de gelek jin hebûn. Yek jî ne ji Başûrê Kurdistanê bû. Ji Tiriye, Îran, Sûriyeyê bûn. Ji min re gotin em Kurd in em ji bo parastina gelê xwe hatine vir, çi ji destê me bê em ê bikin.”
Fatemî piştre jî bi fîlmên xwe ku ji gotarên gerîla û Êzîdiyan pêk dihat hinek beş nîşan da. Fîlmê ku Kurdî ye û bi jêrenivîsa Îngîlîzî ye, gerîlayên jin, çima di tevgera azadiya Kurd de cih digirin, êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Êzîdiyan, pêşmergeyan çawa herêm terk kiriye vegotin.
JI BO RASTIYAN FÊR BIBIM DERKETIM ÇIYAYÊ ŞENGALÊ
Fatemî bi lêv kir ku dema diçe Başûrê Kurdistanê wek rojnamegerekî dixwaze bi awayekî objektîf bûyeran ragihîne, êrîşên DAIŞ’ê ragihîne û li gel vê Êzîdî rastî komkujiyek çawa hatine, çima neçar mane derkevin çiyayan, girtiye dest û got ku ji bo vê jî fêr bibe çûye kampa Êzîdiyan.
Fatemî got: “Artêşa Iraqê û pêşmerge neçar bûn Êzîdiyan biparêzin. Min ji wan pirsîn. Lê Êzîdiyên kampê ji ber ku di kampên Herêma Federal a Kurdistanê de dimînin bersiv nedan pirsan û çi hatiye serê wan venegotin. Ji bo ez van rastiyan fêr bibim çûm Çiyayê Şengalê.”
Fatemî der barê geşedanên li Rojava û Kobanê de jî axivî û diyar kir ku gerîlayên jin ên ku Êzîdiyan li dijî DAIŞ’ê diparêzin, di parastina Kobanê de jî di eniyên pêş de li hember çeteyan şer dikin.
Rojnamevanê Kolombiyayî Perez jî ,diyar kir ku hikûmeta Kolombiyayê ji bo ku azadiya çapemeniyê û ragihandina rastiyan asteng bike rojname û rojnamegerên ku cih didin fikir û nêrînên gerîlayên FARC û yên din, dikujin û digirin. Perez da zanîn ku rojnamevan Joaquîn Becrra ku di ajansa Anncol de cih da daxuyaniya gerîlayan rastî 9 sal ceza hatiye.
BERXWEDANA KOBANÊ
Salar Rshîd û Rebwar Ashnagar ku tevlî panela ‘Azadiya Kurdistanê’ bûn xebatên rêxistina bi navê ‘Opînîn Kurdistan’ ya li Kurdistanê xebatên piştevanî û alîkariyê meşandin û geşedanên dawî yên Kobanê vegotin.
Rebwar Ashnagar der barê kantonên li Rojava de agahî da û got ku di YPG’ê de ne tenê Kurd, Asûrî jî cih digrin û her wiha di nava YPG’ê de ji sedî 40 jin hene.
Ashnagar bi lêv kir ku di bin banê YPG’ê de nêzî 50 hezar kes hene û destnîşan kir ku ev salek zêde ye, komên cîhadîst êrîşî Kurdan dikin, piştî êrîşên bi çekên giran ên li hemberî Kobanê ev ketiye rojave cîhanê.
Ashnagar destnîşan kir ku li Rojava jin bi awayekî aktîf di berxwedana Kobanê û rêxistinbûna leşkerî de cih digirin.
Ashnagar got: “Jinên YPJ’ê di afirandina Rojhilateke Navîn a demokratîk ya nû de rolek girîng digirin û dê vê berdewam jî bikin. Jin li Kobanê di nava berxwedaneke mezin de ne. Hemû pêşdarazên li dijî jinê şikandine û jin dikarin çi bikin nîşan didin.”
ÎSRAÎL HÊZEK DAGIRKER E
Di panela bi navê ‘Di bin bombeyan de bi gelê Gazeyê re piştevanî’ aktîvîstê Gazeyê Hanan Asu Naser û aktîvîstê Swêdê Charlîe Andreasson geşedanên dawî yên Filistîn û Gazeyê girtin dest.
Charlîne Andreasson ku di dema Îsraîlê Xezza bombebaran dikir, Xezza terk nekir, hovîtî û komkujiya Xezzayê vegot. Andreasson got: “Xezza di nava 6 salan de rastî bombebaran Îsraîlê hatiye û êrîş di mehên havînê de pêk hatiye. Îsraîlê dîsa wek berê ji bo pêkanîna êrîşan xwe parastiye û weke ku Îsraîl qurban e xwe nîşanê cîhanê daye. Lê Îsraîl hêzeke dagirkere. Bi hinceta parastina gelê xwe 50 rojan bi balafirên hewayî nexweşxane û ambulans hedef girtine. Li mizgef, zanîngeh û dibistanan xistine. Çekên hatine qedexekirin bikaranîn. Îsraîl ji bo ku binesaziya Xezzayê têk bibe bombe avêtine. Îsraîl bi zanebûn her tiştî tune dike. Di dema êrîşa dawî de 500 jê zarok 2100 kesî jiyana xwe ji dest da. Di êrîşa dawî de ez li nexweşxaneya Xezzayê bi mertalên zindî re bûm. Rayedarên artêşê gotin nexweşxaneyê vala bikin. Di dema agirbestê de malên mirovan hatin bombeberankirin û dîmenên bi xof derketin pêş. Peywirdarekî NY’ê diyar kir ku leşkeran amûrên bi qîmet ên gelê Xezzayê jî dizîne.
BERPIRSÊ ŞERÊ UKRAYNAYÊ HIKÛMETA RASTGIRE
Lîderê Partiya Sosyalîst a Ukraynayê (Borotba) Sergey Kîrîtjuk di paneleke ku geşedanên Ukrayndayê digirt dest de axivî û got ku berpirsê şerê li Rojhilatê Ukraynayê, hikûmeta nû ya rastgir e û bi feraseta îlankirina komara serbixwe ya Donesk û Lugansk re rû bi rû hatine û got ku ew li gel Ukranyayek federatîf in.
Krîtjuk da zanîn ku çareserî girêdayî helwesta Kîev e û got ku ew dixwazin hikûmet hêza leşkerî vekişîne Rojhilatê Ukraynayê û gelê wir dijî jî di alî demokratîk, çandî û civakî de bikin bin ewlehiyê.
Foruma Soyalîst a partî, sazî û lijneyan standên xwe têde vekirin, nivîskaran jî pirtûkên xwe lê îmzekirin.