Di festîvala li Kolnê de azadiya Ocalan hat qîrkirin

Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî, bi tevlîbûna deh hazaran kesî li bajarê Koln ê Elmanyayê hate lidarxistin. Di festîvala azadiya Ocalan hate xwestin de, hat gotin ku wê sedsala 21’an bibe sal a gelê Kurd e.

Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî ku aktivîteya herî mezin û çandî ya Kurdistaniyên li Ewropa ne, festîvala 25’emîn li bajarê Koln ê Elmanyayê bi tevlîbûna deh hezaran kesî pêk hat.

Di festîvala hunermend derketin ser dikê de, koma folklorê ya TEV-ÇAND’ê bi tîmekî dehan kesan govend pêşkêş kirin.

‘WÊ KURD QEZENÇ BIKE, ERDOGAN WINDA BIKE’

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle di festîvalê de axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 18 sal e li girtîgeha Îmraliyê di nav berxwedanekî mezin deye, berxwedana Ocalan silav kir. Dîcle bal kişand li ser zextên li ser gelê Kurd û wiha got: “Ev festîval bersivek gelek mezine ji bo qetîamên ku li dijî çanda Kurd tê kirine. Pêwîste em vêya wiha fêm bikin.”

Dîcle di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser hêzên mêtînger ku di dîrokê de Kurdistan parçe kirine û got: “Lê belê gelê me li dijî van her tim di nava berwedan û têkoşîne de bûn. Îro têkoşîna ku li Bakur, Rojava û Rojhilat tê kirin li dijî vê ye. Êdî mêtînger encam nagrin. Gelê me wê divê sedsalê de bibe xwedî statû û azadiya xwe bidest bixe. Îro jinên Kurd ên li dijî DAIŞ’ê têdikoşin sembola azadiyê avakirine. Erdoganê ku piştgiriyê dide DAIŞ’ê berdewamiya rejîam Hîtler û Saddam e. Lê belê pêwîste em vêya jibîr nekin ku wê dawiya Ergdogan jî weke ya wan be.”

‘EM JI OCALAN AGAHÎ NAGRIN’

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan, Mahmût Şakar jî axivî û bal kişand li ser rewşa Ocalan. Şakar diyar kir ku ji sala 1999’an têkildarî Ocalan agahî dide gelê Kurd û wiha got: “Lê belê ji sala 2011’an ve parêzer naçin gel Ocalan. Ev saleke jî malabta wî naçe. Di hemû rewşan de em agahî jê nagrin. Bi taybet CPT ev ji rojeva xwe derxistiye. Di salên dawî de hatin Tirkiyeyê û neçûn Îmraliyê. Di sala 2016’an de çûn û têkildarî vê jî çi agahî nedan me. Pêwîste gelê me vêya bizane. Em ji birêz Ocalan bi ti awayî agahî nagrin. Girêdanbûna vê bi şerê li Kurdistanê ve heye. Eger nêzîkatiya AKP’ê ya bi dawî aninê, neyê şikandin tecrîd nayê şikandin. Ji bo wê jî encex bi têkoşînekî hevpar bi dawî bibe.”

‘PÊWÎSTE GELÊ KURD YEKÎTİYA XWE BIPARÊZE’

Li ser navê KNK’ê Tahîr Kemalîzade axivî û qala yekîtiya netewî ya Kurd kir û got: “Em di pêvakoyekî dîrokî de dijîn. Îro li Rojhilata Navîn kevir carek din tê danîna cihê xwe. Pêwîste wekî gelê Kurd em jî mafê xwe bistînin. Ji bo wê jî beriya her tiştî pêwîste yekîtiya me hebe û em bi hevpar têkoşînê bikin. Ji bo wê jî di demekî nêz de pêwîste Kongreya yekîtiya netewî ya Kurd kom bibe.”

 ‘DIVÊ JIN ROLÊN XWE YÊN DÎROKÎ BILÎZE’

Li ser navê TJK-E Dilşah Osman axivî û li dijî tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kir. Osman wiha got: “Îro li Ewropayê li ser çand û hûnera gelê me polîtîkayeke mezin a zext û asîmlasyonê heye. Divê em li hemberî kiryarên bi vî awayî rabin ser lingan. Jibo vê aktivîteyên çandî yên li Ewropayê girîng in. Bi taybet divê jin li dijî polîtîkayên qirkirinê rabe, divê rola xwe ya têkoşîna dîrokî bilîze. Çawa heta niha jinan di têkoşînê de rola xwe ya pêşeng girtiye, divê ji niha û şûnde jî vê rolê bilîze.”

Parlementerê Partiya Çep Andrej Hûnko jî, sînordarkirina têkildarî festîvalê ya ji aliyê dewleta Elman ve rexen kir û got: “Qedexeyên Erdogan hatiye Elmanyayê, bi tundî vê rexne dikim.” Hûnko, biryara dadgeha Belçîka ya têkildarî PKK’ê jî erênî dît û diyar kir ku divê ev li hemû Ewropayê bê belavkirin.

Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde Tehsîn Xidir Orkestra Ma, Jala, Koma Berxwedan, Koma Dengê Mezopotamayayê di festîvalê de derketin ser dikê. Tîma govendê ya gel a TEV ÇAND’ê jî derket ser dikê hunerê xwe pêşkêş kir.

Li aliyê din di dema domandina festîvalê de li esmanên Kolnê bi helîkopterê pankarta ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dirûşma “Ji Ocalan Re Azadî” difiriya.