Polîsên ku ketin hundirê Edliyeya Çaglayan ya Stenbolê de û êrîşî kirin gelek parêzer birîndar bû. Du parêzer ji serê xwe birîndar bûn, gelek parêzer jî rakirin nexweşxaneyê.
41 kesên ku di encama operasyonên li duh li gelek bajaran dayîn destpêkirin û endamên ÇHD’ê jî di nav de heyî anîn Edliyeya Çaglayan ya Stenbolê. Di dema karûbarên îfadeyan de li ser fermana dozgeriyê gelek polîsên hêzên çevîk anîn hundirê Edliyeyê, her wiha xwestin parêzeran derxînin derve. Dema ku binçavkiriyan bi slogana bersiv da, polîsan di hundirê edliyeyê de gaza îsotê bikaranî û bi copan êrîş kir.
Di encama êrîşa polîsan ya bicop de ji parêzeran Bahatîn Ozdemîr û Alî Şafak ji serê xwe birîndar bûn, hate ragihandin ku, gelek kesên din jî ji cihê cûda yên laşê xwe birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku Prz. Davût Erkan dane ANF’ê ragihand ku, xwestin binçavkiriyan bi zorê di lêgerîna zirav re derbaz bikin, lê beê dema li dijî vê derketin, zorê di lêgerînê de derbazkirin û destên wan kelepçe kirin.
Erkan da diyarkirin ku, li Edliyeya Stenbolê di navbera parêzerên mudafî û dozgeriyê de benda polîsan hatiye danîn, her wiha got; di dema rageşiyê de Prz Alî Şafak û du parêzerên din birîndar bûne.
Gelek parêzerên ku bi awayek cidî hatine derb kirin, rakirin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku, piştî ku Serokê Baroyên Stenbolê hevdîtin bi dozger re çêkir û berteka parêzeran polîs neçar man ku paşde vegerin.